Yuksel Genç: Ji bo Kurdan tûra destpêkê gelekî girîng e

Korodînatora SAMER'ê Yuksel Genç destnîşan kir ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de tûra destpêkê ji bo Kurdan 'gelekî girîng' e.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Koordînatora Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER) Yuksel Genç, ji bilî gotina "birayên min ên Kurd" AKP'ê ji bo Kurdan ne tişek nekiriye û di nava nava desthilatdariya xwe ya 16 salan de herî zêde vê wextê tengav bûye.

Genç got, "Di 16 salên AKP'ê de di warê pirsgirêka Kurd herî zêde vê demê zoriyê dikişîne. Sedema vê yekê referandûma li Başûrê Kurdistanê ye û sedemên din jî destwerdana li dijî Efrîn û Kerkûkê ye. Dizanin ku Kurd ji vê yekê nerazî ne."
 
'GOTINEK WAN A JI DIL JI BO KURDAN NÎNE'

Genç işaret bi tifaqa AKP û MHP'ê kir û got: "Ditirsin Kurdan tevlî vê blokê bikin. Kurdên AKP'î jî di nav de gotinek AKP'ê ya ji dil ji bo Kurdan bêje nîne. Bi taybetî ev sê sal in Kurd polîtîkaya AKP’ê li dijî xwe dibînin. AKP'ê têkildarî pirsgirêka Kurd tiştekî ku soza wê bide Kurdan nehiştiye. Êdî tiştên bêjin nîne û bêjin jî ti bersiva wê nîne."

Genç bal kişand ser bêdengiya AKP’ê ya di hilbijartinê de ya ji bo Kurdan û got: "AKP bi zanebûn xwe bêdeng dike. Dixwaze ev nerazîbûn nebe sedema windakirina dengan." 
 
'TÛRA DESTPÊKÊ JI BO KURDAN GIRÎNG E'

Genç herî dawî polîtîkaya AKP’ê ya li dijî Kurdan bi bîr xist û got, "Di xebatên me de li qadan em dibînin ku Kurd weke hilbijartinek ji rêzê li vê hilbijartinê nanihêrin. Kurd dixwazin xwe nîşan bidin. Ji ber vê yekê tûra despêkê ya hilbijartinê ji bo Kurdan girîng e. Kurd dixwazin hebûna xwe nîşan bidin."