YSK’ê encamên fermî yên hilbijartina 31’ê Adarê eşkere kir

Li gorî encamên fermî yên YSK’ê eşkere kirî, AKP’ê ji sedî 54,76, CHP’ê ji sedî 17,71, MHP’ê ji sedî 17,20, HDP’ê jî 4,21, ÎYÎ Partî 1,77, Partiya Saadet 1,55’ê dengan bi dest xistine.

Desteya Hilbijartina Giştî (YSK) encamên fermî yên Hilbijartina Giştî ya 31’ê Adarê eşkere kir. Li gorî van encaman, li bajarên mezin AKP’ê ji sedî 51,72, CHP’ê ji sedî 34,48, MHP’ê ji sedî 3,45, HDP’ê jî ji sedî 10,34’ê dengan bi dest xistine.

Li gorî encamên giştî jî AKP’ê ji sedî 54,76, CHP’ê ji sedî 17,71, MHP’ê ji sedî 17,20, HDP’ê jî 4,21, ÎYÎ Partî 1,77, Partiya Saadet 1,55’ê dengan bi dest xistine.

Li gorî endamên Meclîsa şaredariyan jî AKP’ê ji sedî 49,04, CHP ji sedî 22, 24, MHP ji sedî 13,59, ÎYÎ Partî ji sedî 5,26, HDP ji sedî 5,93, Partiya Saadet 1,42, Partiya Yekîtiya Mezin jî ji sedî 1,30’ê dengan bi dest xistiye.