YRK'ê Hewram Awyer bi bîr anî: Remza welatparêzî û berxwedêriyê ye

Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Fermandarê HPG'ê yê Eyaleta Mêrdînê Hasan Mahmûdî bi nasnav Hewram Awyer bi bîr anî.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi peyamekê fermandarê HPG'ê yê Eyaleta Mêrdînê Hasan Mahmûdî bi nasnav Hewram Awyer bi bîr anî.

Peyama YRK’ê wiha ye: "Me 29-30’ê Adarê 2021’an li Kelha Şehîdan herêma Bagok-Mêrdînê agahiya şehadeta Fermandarê eyaleta Mêrdînê Hewram Awyer bi navê Hasan Mahmûdî girt. Li Herêma Jawero gundê Bizlane di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê û li vir mezin bûye. Demeke dirêj li Rojhilatê Kurdistan gerîlatî kir û kar da meşandin. Her tim di nava gel û hevalên xwe de bi sekin û pratîka xwe bû pêşengekî fedayî yê Apoyî.

Heya dawiyê dilsozê Serokatî û gel bû. Bi vê sekn û jiyana xwe di gerîlatî de bû pêşengek û li beramberî dijmin, li hemberî êrîşên dijî gelê Kurd tên meşandin, şer û têkoşîneke bi rûmet û mezin meşand. Li Rojhilat heya Bakur di asta herî jor de xwe tevlî şoreşa azadiya gelê Kurd kir. Rola xwe leyîst. Ji bo serfirazî û rûmeta gelê xwe li ser axa Kurdistanê bê teredût, bi coş û kelecaneke mezin meşiya. Bû fermandarê demê yê Şerê Gelê Şoreşgerî. Bêguman em ê çeka vî şoreşgerî mezin li erdê nehêlin ku ji niha ve bûye remz û sembola welatparêzî û berxwedêriya Rojhilatê Kurdistanê.

Li Rojhilatê Kurdistanê, di pêşxistina gerîlatî û bidestxistina azadiya gelê xwe de, layiqê keda hevrêyê xwe, fermandar Hewram Awyer bibin.  Em ê heya dawiyê di bin fermandariya şehîdê Nemir Hewram Awyer de bimeşin. Di serî de ji malbata wî, gelê Rojhilatê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê re sersaxî dixwazin û dibêjin rêya şoreşê, wê bi Hewram Awyer’an re ronî û geş bibe."