YPS’ê di salvegera sêyan de Çeko Çatak bi bîr anî

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê şervanê YPS’ê Çeko Çatak ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anî.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê di daxuyaniyê de got ew di salvegera sêyan de şehîdbûna yek ji fermandarê bijarte Çeko Çatak bi hurmet bi bîr tînin û diyar kir ew di şexsê Şehîd Çeko Çatak de sond dixwin ku meşa xwe ya ‘Bi Civaka Azad ber bi Siberoja Azad’ bi biryardarî û baweriyê bidomînin.

YPS’ê got Çeko Çatak yek ji navê ‘semol’ e û bi domdarî wiha got: ‘’Kesayatiyên sembol ên wiha ku di doza azadiyê ya gelê me hewceyî bi wan çêdibe di dîroka me ya têkoşînê de pir derketine holê û ji bo geşbûna têkoşîna me bi rola katalîzoriyê rabûne. Ev mirovên bijarte yên dozê ku di dil û hişê gelê me de bûne ‘leheng’ tim bûne pralo û manifestoya şoreşê û rênîşandar.’’

Koordînasyona YPS’ê li ser Çeko Çatak got di berxwedana xwerêveberiyê ya 2015-2016’an de fermandarî ji lehengan re kiriye û got ew ‘momosteyê şoreşê û fermanarê me yê şer e ku her demê em di bin fermandariya wî de ne.’’

Koordînasyona YPS’ê li ser Çeko Çatak, fermandarê YPS’ê agahî da û got 1980’yî ji dayik bûye, hê di temenê xwe yê ciwan de pirsa netewî nas kiriye û berê xwe daye wê ku vê pirsê di serê xwe de zelal bike û bi ber bikeve û 1997’an xwe li eyaleta Amedê girtiye û çîroka wî ya lehengbûnê dest pê kiriye.

YPS’ê bi berdewamî dibêje fermandarê YPS’ê Çeko Çatak 2013’an bi asta fermandarê pêşengê diçe eyaleta Wanê, li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ji Wanê berê xwe dide Şengalê, dema berxwedana xwerêveberiyê dîsa berê xwe dide Bakurê Kurdistanê, di nav berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê, Silopya de cih digire û herî dawî diçe deşta Hezexê. Li Hezexê 25 rojan fermandariya berxwedanê dike û 7’ê Adarê ya 2016’an di berxwedana xwerêveberiyê ya Hezexê de şehîd dibe.

Koordînasyona YPS’ê herî dawî bang li ciwanên Kurd kir ku bi rihê Şehîd Çeko Çatak tevlî nav têkoşînê bibin û li Efrînê vê têkoşînê geş bikin, serfiraz bikin.