YPG: Nekevin nava xewn û xeyalan; Efrîn dewama Kobanê ye

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd bersiv da gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên ji bo dagirkirina Efrînê û destnîşan kir ku Efrîn dewama Kobanê. Mehmûd got, "Divê kes nekeve nava xewn û xeyalan."

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, gefên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û sekna xwe ya li dijî vê yekê ji ANF'ê re nirxand.

EFRÎN BI TENÊ NÎNE!

Mehmûd diyar kir ku ew dixwazin ji hêzên herêmî yên Efrînê kêm dibînin re bêjin; Efrîn dewama Kobanê ye. Mehmûd got, "Ji bo gelên cîhanê yên bi Kobanê re têkoşiyan, Efrîn jî li heman pozîsyonê ye. Efrîn bi tenê nîne."

Nûrî Mehmûd da xuaykirin ku Efrîn hêviya gelên cîhanê yên demokrasî, aştî û çareseriyê dixwazin e û wiha dewam kir: "Lewma Efrîn ne cihekî welê ye ku biçûk û kêm were dîtin. Ji aliyê parastinê ve jî Efrînê xwe baş bi rêxistin kiriye. Eger ji artêşa Tirk heye ku dikare di nava hefteyekê de bikeve Efrînê, wê çaxê xeyalan dibîne. Artêşa Tirk divê beriya her tiştî rastiya gelên Tirkiyeyê bibîne. Gelên Tirkiyeyê ne Serêkaniyê, ne jî Kobanê bi tenê nehiştin. Bi fedakarî xwedî li berxwedanê derketin û roleke girîng lîstin. Gelên Tirkiyeyê li dijî terorê destekeke mezin dan Serêkaniyê, dan Kobanê. Ji ber vê yekê, artêşa ku divê gelên Tirkiyeyê biparêze, di çarçoveya berjewendiyên desthilatdariya AKP'ê de tê bikaranîn."

'GELÊ EFRÎNÊ WÊ LI BER XWE BIDE'

Berdevkê YPG'ê işaret bi rewşa hêzên navneteweyî kir û got, "Niha di pozîsyona 'bi bendê bimîne, bibîne' de ne. Hesabê wê yekê dikin ku li kîjan alî cih bigirin wê li gorî berjewendiyê wan be. Ji ber vê yekê jî daxuyaniyên fediyokî didin. Bi rengekî zelal berjewendiyên xwe didin pêş. Rewşa li Efrîn û Îdlibê, têkoşîna serketin an jî binketina Bihara Gelên Sûriyeyê ye. Divê hêzên navneteweyî bibînin ku Erdogan hewl dide trajediya li gelek bajarên Sûriyeyê, li Kobanê, li Hûms, Hama û hin bajarên Tirkiyeyê kiriye, li Efrînê jî bike. Bazariyeke qirêj tê kirin."

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku gelê Efrînê wê li ber xwe bide û got, "Bakurê Sûriyeyê û Efrîn hêviya gelên herêmê ye. Divê ev rastî baş were zanîn; Şervanên ku îro Efrînê diparêzin, li Kobanê li dijî terora navneteweyî bi lehengî şer kirin. Îspat kirin ku bi berxwedaneke fedayî, terorîzm dikare bê têkbirin. Şervanên Efrînê li Kobanê bajarên Parîs, Moskowa, New York, Qahîre, Enqere û Stenbol parastin."

'LI SERÊKANIYÊ Û KOBANÊ MASKEYA WAN HATE XISTIN'

Mehmûd da xuyakirin ku divê hêzên navneteweyî jî berjewendiyên gelan esas bigirin û wiha dewam kir: "Kî li ber vê rastiyê rabe, wê weke kujerê hêviya gelan bê dîtin. Îdlib û Efrîn ew cih e ku ev rastî lê bê ceribandin. Maskeya Artêşa Azad a Sûriyeyê ya Erdogan li Serêkaniyê, maskeya DAÎŞ ya Erdogan jî li Kobanê hate xistin. Niha jî bi rengekî bê maske, yekser bi xwe kete dewrê. Parlamenta Tirkiyeyê li şûna ku pirsgirêkên Tirkiyeyê nîqaş bike, radibe destwerdana li Efrînê nîqaş dike. Ev bi ti awayî meşrû nîne."

'ARTÊŞA NÛ' TIŞTEKÎ NÛ NÎNE!

Di dawiya axaftina xwe de Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, hêza parastina sînorana  ji 30 hezar kesî ku di daxuyaniyeke Koalîsyona Navneteweyî de hate ragihandin nirxand û got, "Ev tiştekî nû nîne. Ne artêş e. Ev hêz ji xwe hebû. Sînorên Bakurê Sûriyeyê ji xwe ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), hêzên YPG û YPJ'ê ve tên parastin. Tiştekî ku nû hatiye kirin nîne. Ev 6 sal in em xwe diparêzin. Di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de em û DYA bi hev re tevgeriyan û me rêxistina terorê tine kir. Piştî têkçûna DAÎŞ'ê li ser stratejiya aramkirina Sûriyeyê hevkariya me dewam dike."