YPG'ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 8 şervanên li Reqa û Efrînê şehîd bûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 8 şervanên ku 2 ji wan jin in, di navbera 16-23'ê Tîrmehê de li Reqa û Efrînê şehîd bûn, eşkere kir.

Yek ji şehîdan Davîd Taylor ê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ye.

Daxuyaniya li ser mijarê di malpera înternetê ya YPG'ê de hate weşandin. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Li çar aliyên Reqayê, ku Pêngava Rigariya Reqayê bi rê ve diçe, şervanên YPG û YPJ'ê bi azweriyeke mezin li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Li gelemperiya bajêr, li taxên Rewda, Hîşam bin Ebdulmelîk, Nezlet Şihade, Reqaya Kevin û Berîdê şervan, li hember çeteyan bi pêş ve diçin. Roja 22'ê Tîrmehê ku bi sedan sivîlên ji alî çeteyan ve dîl dihatin girtin hatin rizgarkirin û qadeke berfireh ji çeteyan hate paqijkirin, Fermandara YPJ’ê hevrê Sozdar jî di nav de 6 hevrêyên me bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.

Hevala Sozdar ji rojên ku çirûskên şoreşê nû pê diket, gav avêt nava şoreşê û heya roja me îro jî bi fedakarî û biryarbûnek mezin meşa xwe domand. Bi welatparêzî, fedakarî û eşqeke mezin ji şoreşê re herdem ber bi jina azad ve meşiya. Hevala Sozdar di şerê Rojava de bi meşa xwe ya Apogerî di hemû pêngavên azadiyê de cihê xwe girt û wek fermandara şervanên azadiyê bû sembola pêşenga jina tekoşer a Rojavayî. Hevrê Sozdar wek fermandar wê hertim di tekoşîna me de bibe ronahî û di rêka ku diçe welat û civaka azad de rêya me ronî bike. Em di kesayeta fermandarên me hevrê Şevîn û Sozdar de soz didin hemû şehîdên şoreşê ku Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi ser bixînin.

Me beriya niha bi daxuyaniyeke berfireh êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li  ser gundê Eyn Deqnê ya Efrînê, bersivdayina hêzên me û di encam de şikestina çeteyan bi raya giştî re parvekiribû. Di vê berxwedanê de hevalê me Ferhad bi awayekî giran brîndar bûbû. Tevî hemû destwerdanên li nexweşxaneyê jî hevrê Ferhad roja 23'ê Tîrmehê, gihîşt şehadetê.

Her wiha şervanê me yê enternasyonalist, hevrê Zafer Qereçox (Davîd Taylor) jî dema li hember çeteyan di sengerên Reqayê de li ber xwe dida gihîşt şehadetê. Hevrê Zafer jî di rêya Demhat Goldman, Rodî Deysie û Soro Zinaran de meşiya, şoreşa Rojava kirin hêviya rizgariya mirovahiyê, bûn sedem ku bi sedan şervanên enternasyonalîst biherikin nava refên YPG’ê.

Davîd Taylor di meha Sibata 1991’an li eyaleta Florîda ya Amerîka li nava malbateke karker hatibû dinyayê. Davîd di zanîngehê de felsefe xwendibû û piştre 4 salan di nava artêşa Amerîka de derbas kiribû. Davîd di meha Gulana 2017’an beşdarê YPG’ê bû û navê Zafer Qereçox ji xwe re hilbijartibû. Di nav hevalên xwe de pir dihate hezkirin, dil mezin û baldar bû, di karê xwe de jî pispor bû. Wî digot: 'Ez tevlî YPG bûm ku şerê DAIŞ’ê bikim û ji bo Şoreşa Rojava çi pêwîst be pêk bînim'. Heval Zafer di 16’ê Tîrmehê de di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bû. Têkoşîna hevalê me ji bo mirovahiyê wê bi serketinê encam bistîne.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di kesayeta şehîdên fermandar û hevrêyên me Şevîn, Sozdar, Zafer, Bêrîtan, Egîd, Ferhat, Kurtay û Simkoyan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û doza wan a pîroz ji bo bigihînin serketinê em soza bilindkirina tekoşînê didin. Li ser vê em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelên me yên welatparêz re dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Bêrîtan Sema

Nasnav: Bêrîtan Sema
Nav û Paşnav: Xalîda Sema
Navê Dayikê: Medîne
Navê Bav: Ebdulrehîm
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Cih û dema şehadetê: Reqa / 22 Tîrmeh 2017

Egîd Agirî

Nanav: Egîd Agirî
Nav û Paşnav: Dijwar Hisên
Navê Dayikê: Terfa
Navê Bav: Ebdulrehman
Cihê jidayikbûnê: Amudê
Cih û dema şehadetê: Reqa / 22 Tîrmeh 2017

Ferhad Qelqelî

Nasnav: Ferhad Qelqelî
Nav û Paşnav: Mihemed Elmas
Navê Dayikê: Gûlbe
Navê Bav: Bedrî
Cih û dema şehadetê: Efrîn / 23 Tîrmeh 2017

Kurtay Bakur

Nasnav: Kurtay Bakur
Nav û Paşnav: Sozdar Hisên
Navê Dayikê: Şêxa
Navê Bav: Mihemed Sidiq
Cihê jidayikbûnê: Girkê Legê, Gundê Girziyaret
Cih û dema şehadetê: Reqa / 22 Tîrmeh 2017

Mîtan Til Koçer

Nasnav: Mîtan Til Koçer
Nav û Paşnav: Amir Mustafa
Navê Dayikê: Dilşa
Navê Bav: Zekî
Cihê jidayikbûnê: Amudê
Cih û dema şehadetê: Reqa / 22 Tîrmeh 2017

Simko Çiya

Nasnav: Simko Çiya
Nav û Paşnav: Beşîr Xelef
Navê Dayikê: Leyla
Navê Bav: Ibêd
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Cih û dema şehadetê: Reqa / 22 Tîrmeh 2017

Sozdar Bawer

Nasnav: Sozdar Bawer
Nav û Paşnav: Sozdar Ismaîl
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Omer
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Cih û dema şehadetê: Reqa / 22 Tîrmeh 2017

Zafer Qereçox

Nasnav: Zafer Qereçox
Nav û Paşnav: David Taylor
Navê Dayikê: Rebecca
Navê Bav: David
Cihê jidayikbûnê: Florida
Cih û dema şehadetê: Reqa /16 Tîrmeh 2017”