YPG’ê nasnameya 7 şervanên YPG/YPJ’ê yên li Cezaa şehîd bûbûn eşkere kir
YPG’ê nasnameya 7 şervanên YPG/YPJ’ê yên 19-30’ê Tebaxa 2014’an di berxwedana bajarê Cezaa ya Kantona Cizîrê de şehîd bûbûn eşkere kir.
YPG’ê nasnameya 7 şervanên YPG/YPJ’ê yên 19-30’ê Tebaxa 2014’an di berxwedana bajarê Cezaa ya Kantona Cizîrê de şehîd bûbûn eşkere kir.
Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 7 şervanên YPG /YPJ’ê yên di navbera dîrokên 19-30’ê Tebaxa 2014’an de li bajarê Cezaa şehîd bûbûn eşkere kir.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt agahî da:
“Xwedî hişmendiya herî paşverû a rêxistina terorî a DAIŞ’ê ku di sala 2013’an de derket holê û di demeke kurt de tevahî li Rojhilata Navîn û cîhanê de bandora wê belav bû, di encama berxwedanên qehremanî yên hêzên me YPG û YPJ’ê nîşan dane pêşiya mezinbûna rêxistina teror a DAIŞ’ê girtiye û herêmên ku hatine dagirkirin careke din yek bi yek bi berxwedaniya hêzên me hatine bidest xistin. Ev çeteyên DAIŞ’ê ku li Iraq û Sûriyê bi dagirkirina bajaran a bi saetan de berovajî wê li Rojavayê Kurdistanê bi rojan şerê dijwar ku li gund û bajarokan qewimî, çeteyên DAIŞ’ê negihîştin armancê xwe û li hember çalakiyên bi bandor yên hêzên me derbeyên giran xwarine û neçar mane paşve bikişin. Ev berxwedanên mezin di encama dayîna bedelên ku zarokên egîd ên gelê me bi canê xwe dane derketiye holê. Yek ji derbeyên giran yên herî bi bandor li DAIŞ’ê hat xistin şerê berxwedana Cezaayê ye.
Di dîroka di navbera 19-30’ê Tebaxa 2014’an de bajaroka Cezaa ya girêdayê kantona Cizîrê berxwedana şervanên me yên YPG û YPJ’ê ku bi bê eman li hember DAIŞ’ê dane meşandin em nasnameya 7 rêhevalên xwe yên ku gihiştine şehadetê bi rayagiştî re parve dikin.
Di vê berxwedanê de ruhê fedayî ku her hevalê me derxistiye holê, bûne sedema berxwedana ku hatiye meşandin gihiştiye serkeftinê. Di vê berxwedana şerê mezin de em 7 rêhevalên xwe yên ku gihiştine şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin, liser bingeha kevneşopiya berxwedaniyê ku şehîdên me ava kirine, heya ku em tekoşîna xwe ya azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin em soza şerkirinê heya dawî dûbare dikin.”
AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN
Nasnameyên şervanên YPG/YPJ’ê yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Awat Sîpan
Nav û Paşnav: Hesen Ciwan Merdî
Navê Dayikê: Zara
Navê Bav: Omer
Cihê Jidayibûnê: Serdeşt
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014’an
***
Nasnav: Eşref Reşîd
Nav û Paşnav: Elî Suheylî
Navê Dayikê: Tuba
Navê Bav: Mansur
Cihê Jidayibûnê: Îlam
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014’an
***
Nasnav: Gulbihar Gurbet
Nav û Paşnav: Mîna Burukîmîlan
Navê Dayikê: Sînem
Navê Bav: Mehmud
Cihê Jidayibûnê: Makû
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 30’ê Tebaxê 2014’an
***
Nasnav: Kemal Mêrdîn
Nav û Paşnav: Hayrettîn Gul
Navê Dayikê: Meryem
Navê Bav: Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014’an
***
Nasnav: Mizgîn Ronahî
Nav û Paşnav: Emîne Keçelanlu
Navê Dayikê: Muxteber
Navê Bav: Xosrof
Cihê Jidayibûnê: Makû
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014’an
***
Nasnav: Newal Sefqan
Nav û Paşnav: Mizgîn Ozcan
Navê Dayikê: Qadriye
Navê Bav: Ethem
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014’an
***
Nasnav: Rojger Sîdar
Nav û Paşnav: Abdullah Şakar
Navê Dayikê: Gogerçîn
Navê Bav: Emenulah
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23’ê Tebaxê 2014’an