YPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên ku di navbera 7-15'ê Sibatê de şehîd bûbûn eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 3 şervanên xwe ku di navbera 7-15'ê Sibatê di Pêngava Bagera Cizîrê de û li Girê Spî  şehîd bûn eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bejahiya Dêra Zorê dewam dike û hat gotin, "2 hevrêyên me yên di vê pêngavê de bi lehengî şer kirin şehîd bûn. Hevrêyekî me jî li Girê Spî dema bi erka xwe radibû ji ber qezayeke trafîkê şehîd bû."

YPG'ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gel re xwest û li ser nasnameya şehîdan ev agahî da:

 

Nasnav: Baran Welat

Nav û Paşnav: Beşar Yusif

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Yusif

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa

Cih û dema Şehadetê: Dêra Zor / 15 Sibat 2018

 

 

Nasnav: Kendal Kobanê

Nav û Paşnav: Şahîn Seîdo

Navê Dayikê: Edla

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Girêspî

Cih û dema Şehadetê: Girê Spî / 14 Sibat 2018

 

 

Nasnav: Polat

Nav û Paşnav: Mitab El Kurdî

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Ubeyd

Cihê Ji Dayikbûnê: Eyn Îsa

Cih û dema Şehadetê: Dêra Zor / 7 Sibat 2018