YPG’ê li Tebqayê li dijî çeteyan çalakî lidar xist

Hêzên Ewlehiyê yên YPG’ê li Tebqayê li dijî hucreyekî DAIŞ’ê ku plana êrîş û sûîqastê li dijî saziyên sivîl û sivîlan dikir, bi operasyonekê bê bandor kir.

Hêzên Ewlehiyê yên girêdayî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Tebqayê li dijî maleke hucreya DAIŞ’ê operasyona lidar xist. Di dema operasyonê de çeteyên DAIŞ’ê gule reşandin û şer derket. Di encama şer de çeteyeke DAIŞ’ê hate kuştin, 1’ê jê birîndar bi giştî 4 çeteyên DAIŞ’ê bi saxî hate girtin û miktareke cebilxaneya çeteyan ku amadekariya êrîşeke dikirin, kete destê şervanan.

Hêzên Ewlehiyê yên YPG’ê encamên operasyona duh a li dijî mala hucreya DAIŞ’ê li Tebqayê  li darxistî ji ANF’ê re eşkere kir.

LI TEBQAYÊ BERPRISÊ HUCREYÊN DAIŞ’Ê HATE KUŞTIN

Di operasyonê de çeteyê DAIŞ’ê yê hatî kuştin berpirsê giştî yê hucreyên DAIŞ’ê li Tebqa Ehmed Elî Elkedro ku bi nasnavê Ebû Yusuf û Ebû Hemze tê nasîn e. Dîsan ji çeteyên bi sax hatine girtin jî 2 jin in.

Li gorî agahiyên hêzên ewlehiyê beriya mehekê û niv li Tebqayê parêzerê bi navê Îbrahîm Mihemed El Selame û sivilê bi navê Faysal Ali El Ahmed ku ji aliyê serçete Ehmed Elî Elkedro ve hatibûn kuştin.

Hêzên Ewlehiyê diyarkirin ku di encama suîqasta li Tebqayê de, lêgerîn û lêpirsîn dabûn destpêkirin û di encamê de hinek çete şopandine û gihiştine vê mala hucreyê  û wiha hate gotin; “Li mala hucreyê di encama lêgerîn û lêpirsîna me de derket holê ku çeteyên DAIŞ’ê palana komkujiyên nû û çalakiyên sabotajê li djî saziyên sivîl, karmendên li saziyan dikin. Yekîneyên me ketin nava tevgerê û mala hucreyê û berpirsê giştî yê hucreyê bê bandor kirin.”