YPG’ê li nêzî Kirikhanê li baregehek leşkerî ya artêşa Tirk da

Şervanên YPG’ê li nêzî navçeya Kirikhanê ya Hatayê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistiye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, bi awayekî pir xurt li leşkerên Tirk hatiye xistin.

Di çalakiyê de herî kêm 7 leşker hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku şervanên YPG'ê baregeha leşkerî ya ku êrîşên dagirkeriyê ya li ser Efrînê  birêvedibin kirine hedef û lê xistine.

Têkildarî çalakiyê agahiyên hê berfirehtir nehatine bidestxistin.