YPG'ê li Efrînê lê da: Leşkerek û 2 çeteyên dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, li Efrînê di 2 çalakiyên cuda de yek jê leşkerekî Tirk 3 dagirker hatine kuştin. YPG'ê dîmenê çalakiyê jî weşand.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, çalakî 16 û 17'ê Cotmehê navçeyên Raco û Mabata yên Efrînê hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê;

16'ê Cotmehê yekîneyên YPG'ê li bejahiya navçeya Raco ya Efrînê li dijî wesayiteke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê kirin. Di encamê de wesayit hate rûxandin û leşkerek hate kuştin.

Şervanên YPG'ê roja 17'ê Cotmehê jî li navçeya Mabata ya Efrînê li dijî wesayiteke leşkerî ya koma çete ya bi navê Suleyman Şah çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de wesayit hate rûxandin û 2 çete hatin kuştin.