NÛ BÛ- YPG'ê dîmenê çalakiya li Racoyê weşand

YPG'ê dîmenê çalakiyekê weşand ku îro li herêma Racoyê li dijî hêzên dagirker hate lidarxistin.

Şervanên YPG/YPJ'ê li herêma navbera gundên Elî Biskê û Edema yê navçeya Raco ya Efrînê li dijî hêzên Tirk ên dagirker û çeteyên wê çalakiyek pêk anîn.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê dîmenê vê çalakiyê weşand.

Şervanên YPG/YPJ'ê li gundê Dersiwanê yê navçeya Şerayê jî li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAÎŞ-El Nûsra çalakî kirin.

Di encama çalakiyê de gelek leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Wekî din, balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li gundên Sariya, Qetme û Şeytana yên navçeya Mabetayê barandin.

Li derdora her sê gundan şerekî dijwar diqewime.