YPG'ê bîlançoya 11 rojên dawî ragihand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê daxuyanî da. YPG’ê her wiha çalakiyên bersivdanê jî di daxuyaniya xwe de belav kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve yên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê daxuyanî da. YPG’ê her wiha çalakiyên bersivdanê jî di daxuyaniya xwe de belav kir.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di encama bersivdanê de 3 çete hatine birîndarkirin û her wiha balafireke keşfê ya artêşa Tirk hatiye xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê wiha ye:

Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên ku di bin fermandariya wê de tevdigerin yên li ser xaka Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Suriyê bê navber berdewam dikin. Di êrişan de sivîl hedef hatin girtin û di encama êrişan de 3 sivîl hatin qetilkirin û sivîlek jî birîndar bû. Dîsa tiraktorekî gundiyan derb xwar û zerarê maddî çêbû. Hêzên me li beramberî hemû êrişên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî yên 11 rojên dawiyê parastina xaka Rojava û Bakûrê Suriyê kirin. Di encama bersivdayîna hêzên me de jî 3 çete birîndar bûn û balafireke keşfê ya artêşa Tirk hat xistin.

Encamên êriş û pinpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wî yên 11 rojên dawî wiha ne;

“Di dîroka 08.11.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka, BKC û topên hawanê êrişî gundên Baflon, Eyn Deqnê, Merenazê, Dîkmedaş, Basûfanê, Girê Qestelê, Girê Baz, Girê Birîndar, Girê Banî û Girê Bedirxan yên Kantona Efrînê kirin. Her  wiha di heman rojê de çeteyan li eniyên Eleqînê, Girê Başûr û Girê Şehît Şîlan gundiyên ku di nav zeviyên xwe de bûn gullebaran kirin. Dîsa di heman rojî de saet di 17:00’an de çeteyan Girê Şehît Hogir yê girêdayî Kantona Kobanê ku dikeve Rojhilatê Firatê gullebaran kirin.

Di dîroka 09.11.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên BKC, doçka û topên hawanê êrişî Girê Qestelê, Eleqînê, Merenazê, Girê Banî û Girê Bedirxan yên Kantona Efrînê kirin.

Di dîroka 10.11.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka, BKC û topên hawanê êrişî embara genim ya Belûniyê, Eyn Deqnê, Girê Baflon, Girê Banî, Girê Baz, Girê Başûr û Girê Qestelê yên Kantona Efrînê kirin.

Di dîroka 11.11.2017’an de leşkerên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka û topên hawanê êrişî gundên Meydan Ekbez, Girê Bilbilê, Qurnê, Girê Topal, Şîltahtê, Girê Qestelê, Merenazê, Elqamiyê û Basûfanê yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demê de bi çekên giran bersiv dan êrişa çeteyan û di encam de çeteyek birîndar bû. Her weha di heman rojî de balafirên şer û balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser Girê Bilbilê û navçeya Bilbilê ya Kantona Efrînê geriyan. Hêzên me bi çekên giran li balafira keşfê xistin û di encam de balafira keşfê yê bê mirov a artêşa Tirk kete herêmeke ku dikeve navbera hêzên me û leşkerên Tirk de. Dîsa di heman rojê de li Gundê Hemamê ya girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê mayîneke artêşa Tirk di tiraktora gundiyên ku zeviyê xwe cot dikir de teqiya û di encam de zerarê maddî çêbû.

Di dîroka 12.11.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka, kannas û topên hawanê êrişî Eyn Deqnê, Merenazê, Basûfanê, Girê Banî, Girê Başûr, Girê Qestelê û Girê Baflor yên Kantona Efrînê kirin.

Di dîroka 13.11.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka, kannas û topên hawanê êişî Girê Qestelê, Girê Baz û Girê Bedrixan yên Kantona Efrînê kirin.

Di dîroka 14.11.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka, BKC û topên hawanê êrişî Girê Dîkmedaşê, Basûfanê, Girê Banî, Girê Baz, Girê Tîrêj, Gundê Şadirê, Eyn Deqnê, Girê Başûr û Girê Baflor yên Kantona Efrînê kirin. Dîsa di heman rojî de leşkerên artêşa Tirk saet 19:00’an de bi çekên giran êrişî Girê Şehît Hogir yê Kantona Kobanê ku dikeve Rojhilatê Firatê kirin.

Di dîroka 15.11.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka, BKC û topên hawanê êrişî Vîla Qadî, Girê Dîkmedaşê, Gundê Basûfanê, Girê Berfîn, Girê Qestelê, Eyn Deqnê, Girê Baz û Girê Birîndar yên Kantona Efrînê kirin. Di encama topbarana çeteyan de gundiyek birîndar bû û ji aliyê hêzên me ve hat dermankirin.

Di dîroka 16.11.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka, kannas û topên hawanê êrişî Girê Qestelê, Merenaz, Basûfanê, Bircikê Silêman, Girê Banî, Girê Birîndar, Girê Başûr, Gelî Zîn, Girê Baflor, Boxaza Zarê û Gundê Îkîdam yên Kantona Efrînê kirin. Di encama bersivdayîna hêzên me de 2 çete birîndar bûn.

Di dîroka 17.11.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka, topên hawanê û obûsan êrişî Gundê Basûfanê, Bircikê Silêman, Girê Batman, Girê Başûr, Vîla Qadî, Girê Qestelê, Eleqînê, Girê Baflonê û Girê Barîn yên Kantona Efrînê kirin.

Di dîroka 18.11.2017’an de bi çekên doçka, SPG-9 û topên hawanê êrişî Gundê Basûfanê, Bircikê Silêman û Girê Başûr yên Kantona Efrînê kirin. Di encama êrişa çeteyan de li eniya Girê Başûr ya girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê 3 gundî hatin qetilkirin.”