Endamê Desteya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) û Endamê Komîteya Navendî ya DKP/BOG Tekîn Yoldaş diyar kir, ku Gokhan Taşyakan (Ûlaş Adali) di nava têkoşîna antî faşîst de bû û di nava têkoşîna azadiyê ya ciwanan de keda xwe hebû.
Yoldaş diyar kir ku Adali bi berxwedana Kobanê re berê xwe da têkoşîna azadiyê ya li Rojhilata Navîn têkoşîna xwe bi têkoşîna şoreşgerî ya li dijî barbariya DAÎŞ'ê kir yek.
Yoldaş got, "Piştre jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi rengekî çalak tevlî karê avakirina HBDH'ê bû."
Yoldaş diyar kir, "Têkoşîn û nirxên hevrê Ûlaş nirxên me yên hevpar in. Hevrê Ûlaş nirxê têkoşîna hevpar a şoreşgerên şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Yek ji kadroyên damezrîner ên Partiya Komunaran a Şoreşger û Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî ye."
Yoldaş destnîşan kir ku Ûlaş bi samîmiyeta xwe timî ji wan re bû mînak û di avabûn û pêşvebirina karên HBDH'ê de kedeke xwe ya mezin heye.
Yoldaş got, "Têkoşîna hevrê Ûlaş têkoşîna me ye, çeka wî çeka me ye."