YNK’ê têkildarî êrîşa li ser Kerkûkê daxuyaniyek da

Berdevkê YNK’ê Seîd Ehmed Pîre, di tevgera 16’ê Cotmehê ya artêşa Iraqê û Heşdî Şebî ya li ser Kerkûkê de Fermandarê Hêzên Kudus a Îran Kasim Suleymanî û Mustşarê MÎT’ê Hakan Fîdan jî cih girtibûn.

Berdevkê Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan (YNK) Seîd Ehmed Pîre li Hewlêrê bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku têkildarî tevgera 16’ê Cotmehê ya artêşa Iraqê û Heşdî Şebî ya li dijî Kerkûkê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Berdevkê KNK’ê, destnîşan kir ku di tevgera 16’ê Cotmehê ya artêşa Iraqê û Heşdî Şebî ya li ser Kerkûkê de Fermandarê Hêzên Kudus a girêdayî Muhafizên Şoreşê ya Îran Kasim Suleymanî û Mustşarê MÎT’ê Hakan Fîdan jî cih girtibûn.

Pîre di daxuyaniya xwe de têkildarî Kerkûkê got: "Tişta rû daye ji ber referandûmê bû. Yek ji daxwazên hikûmeta Iraqê hilweşandina encama referandûmê bû. Ev daxwaz jî gelek asteng bû. Berpirsên YNK'ê li ser Kerkûkê li gel berpirsên Iraqê li hev kirin. Di heman demê de paşvekişandina pêşmergeyan jî bi lihevkirinê bû."

ÎDÎAYA KASIM SULEYMANÎ Û HAKAN FÎDAN

Pîre diyar kir ku tişta li Mexmûr û Şengalê pêk hat heman tişta li Kerkûkê bû û wiha domand: "Biryara Iraqê bû, wan bîrên petrolê yên heya sala 2014'an di destê wan de bû, bigirin. Di operasyona Kerkûkê de Qasim Silêmanî nûnerê Îranê û Musteşarê Giştî yê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan nûnerê Tirkiyeyê bû. Hêzên Iraqê ne biyanî ne. Hêzên li Bamernê biyanî ne, yan ên li Mexmûr û Xaneqînê? Helbet hêzên Îran û Tirkiyeyê yên li ser xaka Herêmê biyanî ne."

JI BO KERKÛKÊ WALIYÊ NÛ

Berdevkê Yekîtiya Nîştîmanê Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre diyar kir ku rewşa Şengal, Xaneqîn, Xurmatû û Kerkûkê aram e û got: "Wê di îdareya Herêma Kurdistanê de ti guhertin pêk neyên. Postên herêmên hatine veqandin jî weke xwe bimînin. Tenê wê endamê Rêveberiya YNK'ê û Berpirsê Malbenda Hewlêrê yê YNK'ê Rizgar Elî bibe Waliyê Kerkûkê yê dema bê."