YNK'ê Lahûr Şêx Cengî ji nava xwe derxist-NÛ BÛ

Polîtburo ya YNK'ê ragihand ku hevserokê partiyê Lahûr Şêx Cengî ji nava partiyê hatiye derxistin.

Hevserokê YNK'ê Bafil Talabanî ku hevserokatiya wî cihê nîqaşê bû, biryar dabû ku Hevserokê din ê partiyê Lahûr Şêx Cengî ji nava partiyê biavêje.

Polîtburoyê ragihand ku wan ev biryar pejirandine. Biryara derxistina ji nava partiyê her wiha tevî Cengî ji bo Jîno Mihemed, Şadman Mele Hesen û Ala Tahsîn Hebîb jî derbas dibe.

Endametiya Aras Şêx Cengî ya li nava YNK'ê ji bo 6 mehan hate rawestandin.

 

NÛÇEYÊN MEDYAYÊN NÊZÎ BAFIL TALEBANÎ HAT DEREWANDIN

Serokê Buroya Şehîdan û Têkoşeran û Endamê Polîtburoya YNK’ê Burhan Seîd Sofî li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku duh bi xwe di civînê de amade bûye û diyar dike ku di civîna duh bi şev de bi ti awayî têkildarê avêtina Lahûr Şêx Cengî û rêveberên din ên YNK’ê ji partiyê nîqaş çênebûne ku bi dengê beşdarên amade di civînê de bê erêkirin.