YJA Starê li Mêrdînê lê da: 4 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê di çalakiya hêzên YJA Starê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin. Li bejahiya Duhokê jî ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk, mizgeftek û gelek xaniyên gundiyan xera bûn, xisar li dehl û rezê gundiyan bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Artêşa TC a dagirker roja 24'ê Cotmehê saet 03:30'î li derdora gundê Bekan ê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê dest bi operasyonê kir. Hêzên me yên YJA Starê wextekê yekîneyên dijmin ên derketin operasyonê şopandin û di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de heman rojê saet 09:20'î li baskekî operasyonê xistin. Ji cihekî nêz ve derbên giran li yekîneya dijmin hate xistin. Di çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 30'ê Cotmehê saet navbera 17:00-18:00 û 21:00-21:30'î bombe li gundên Bêbadê û Kanî Mazî yên bajarokê Çemankê yê Duhokê barandin. Mizgeftek û gelek xanî ji ber bomberdûmanê xera bûn û xisar gihîşt dehl û rezên gundiyan.

Roja 31'ê Cotmehê saet navbera 15:00-20:00 balafirên şer dem bi dem bombe li mintiqeya Tepê Sor a li herêma Basya ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin."