YJA Starê heyf hilanî: 6 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG'ê ji bo 6 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şehîd hate xistin, çalakiya tolhildanê li dar xist. Li Şemzînanê di çalakiya sabotajê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa Reo hate îmhakirin û 6 dagirker hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

15'ê Îlonê saet di 08:40'î de li nevçaya Şemzînanê ya Colemêrgê, wesayiteke artêşa Tirk a dagirker a bi tîpa Reo ku ji qereqola Şkeftan derket û ber bi gundê Katûna ve diçû, bû hedefa çalakiya sabotajê ya hêzên me yên YJA Starê. Di çalakiyê de wesayit hate îmhakirin, 6 dagirkerên tê de hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe bi ambûlans û helîkopteran ji qadê bir.

Ev çalakiya serketî ya ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin, ji bo tolhildana 6 hevrêyên me pêk hat ku li Girê Sor di êrişa nemerdane ya dewleta Tirk a dagirker de bi çekên kîmyewî hatibûn şehîdxistin.

Li herêma Avaşînê, li qada berxwedanê ya Werxelê;

15'ê Îlonê saset di 20:40'î de artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.

15'ê Îlonê saet di navbera 21:40-21:45 de li herêma Zapê qadên Kûnîşka û Karker bi balafirên şer hatin bombekirin.

15'ê Îlonê saet di navbera 22:30-00:30'î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Tabûra Ereban û Girê Silêman geriyan. Heman demê qadên Girê Şehîd Întîkam, Girê Qartal û Stûnê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

15'ê Îlonê saet di navbera 12:50-17:30'î û 16'ê Îlonê saet di 08:00 de li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Dêşîşê, Kêste, Hirorê û Serarî û qada Qela Qûmriyê bi obus û hawanan hatin bombekirin. Ji ber vê bombardûmana dewleta Tirk a dagirker xisara madî li bax û baxçeyên xelkê me bû."