YJA Star: Em ê bi rengê Sara û Semayan şer bikin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê 8'ê Adarê pîroz kir û got, “Em ê bibin Sara, Sema, şerê dijmin bikin û bi mîsogerî em ê dijmin têk bibin. niha dema azadiyê û azadkirinê ye!”

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê wiha ye:

''Em dibine şahidê pêvajoyeke wiha ku hemû dem bûne berxwedan, jinên ku pêşengiya vê dikin li dijî hemû serweran ku faşîzmê û koledariyê ferz dikin, dibêjin, 'raweste', berxwedana jinê û pêvajoyên ramanê di guherînê de bi roleke mezin in û dengê lîlandina azadiyê li hemû cîhanê berbelav dibe. Em hêzên YJA Starê di vê demê de ku xwe hazir dikin 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pêşwazî bikin, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Rêber Apo pîroz dikin ku bi jidayikbûna xwe haveynê îro parastiye û gotiye, ''ne tenê rojek, divê hemû roj ên jinan bin', li hemû jinan pîroz dikin ku li dijî faşîzmê li dijî hemû êşkenceyên ku hişmendiya nêr ferz dike, li dijî her cure hikmî ku dewlet li ser jinan dike, li dijî koledarî û tundiyê li keda xwe xwedî derdikevin, xwe diparaêzin, li ber xwe didin û şerê vê dikin.''

Em Clara Zetkîn, Rosa Luksembûrg û şehîdên me ku xwe fedayî Tevgera Azadiya Jinê kirine û civakîbûna azad afirandine, nirxê azadiyê bi dest ve anîne ku bi berdêlên mezin ev roj diyarî jinên cîhanê kirine bi minet bi bîr tînin, em sond dixwin ku li ser xeyalên wan bimeşin û bibin hêza ku xeyalên wan pêk bînin.

Berxwedana Cenga Heftanînê ku gerîlayên YJA Starê bi vîn û azweriya mezin pêşengiya wê kirî mohra xwe li sala 2020'an daye. Bi encamên ku bi xwe re anî, di serî de ji bo jinan û gelê me, bi bawerî û biryardariya, 'wê faşîzm were hilweşandin', bi geşkirina vê em ketina sala 2021'an. Ji niha ve em dikarin mizgîniyê bidin gelan ku sala 2021'an jî wê bi berxwedaniya jinê wê azadiyê bi dest me ve bîne. Her kes şahidiyê jê re dike ku 'azadiya jinê' ku Rêber Apo jê re 'projeya min a nîvcomayî' gotî, bi berxwedaniyeke mezin şoreşan diafirîne, ber bi serfiraziyê ve diçe, bi berxwedana gerîla faşîzmê dihejîne û hildiweşîne. Jixwe di operasyona dagirkirinê de ya li ser Garê ya artêşa Tirk a faşîst, dijminê jinê û bi hişmendiya tecawizkar, berxwedaniya gerîla ya bi rihekî mezin a fedayî, em serkeftina di vesazkirina nû de ya gerîla nîşan daye û hem jî bi rengekî beloq nîşan daye ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê hatiye ber asta hilweşandinê. Bêguman hêza herî mezin ku vê berxwedanê geş dike Rêber Apo ye û ya ku vî giyanî rê ve dibe partiya me PAJK û PKK ye.

Piştî ku Rêber Apo îdeolojiya Rizgariya Jinê danî, wateya xwebûna 8'ê Adarê zêde bûye, maneya xwe kûr bûye û rengê xwe daye hemû rojan. Ew rastiya ku Rêbertiya me hîs û ramanên jinan fêhm kirî û hîs kirî, zemîna artêşbûna û partîbûna jinê afirandiye. Her wiha şexsê hevrê Sema Yuce de ku bedena xwe ji 8'ê Adarê heta bi 21'ê Adarê kirî pir û feda kirî, fermandara mezin a jiyana azad, bûye xwedî rêçeke esîl û em hêzên YJA Starê heta bi îro anîne. Têkoşîna sembola jina azad hevrêya me Sara a ji bo Rêbertiya me, kiriye ku bibe heqîqetek ku ne tenê pêşengiyê ji me re dike lê ji hemû jinan re dike. Her gerîlaya YJA Starê ku bûyî Sara ji bo ku layiqî vê pêşengiyê bibe wê têbikoşe.

LI DIJÎ KOMKUJIYA JINAN TENÊ BI XWEPARSTINÊ MIRIV DIKARE BIBE BERSIV

Her ku berxwedêriya jinê û têkoşîna wê ya azadiyê geş û gur dibe dijmin jî êşkence û tecawizan zêdetir dike. Eşkere ye, li djî tecawizên ku li Kurdistanê bi destê dewletê pêk tên û li Tirkiyê bi aqilê mêr jin têne kuştin, tenê bi rengê xweprastinê mirov dikare bibe bersiv. Em hêzên YJA Starê li dijî dewleta Tirk a faşîst ku bi faşîzm, dagirkerî, tacîz û tecawizê bersivê dide daxwazên azadî û demokrasiyê yên jinan û gelan, em ê vê hişmendiyê derxînin holê, têkoşînê geş bikin, bi vê hişmendiyê hazir bin ku her berdêlî bidin, xwedîderketina li vê sozê, sonda me ya ji bo şehîdên me yên leheng e. Li çiyayan YJA Star û HPJ, li bajaran û deştan YJŞ, YPJ û YPS JIN, çalakiyên hêzên xwerastinê yên jinan, bi berxwedan, helwesta lêrawestiyayî ya li ser xeta azadiyê, li her devera ku nedadî, faşîzm û dagirkerî lê heye wê têkoşînê geş bike û bi peywira xwe ya pêşeng rabe.

Li dijî wan hêzên faşîst ku li jinê didin û bi vê dixwazin civakê ji derb bixin, em ê bibin rastiya jinê ya ku xurt dibe û rêxistinî dibe û wilo bersiv bidin. Em gerîlayên YJA Starê ji xwe re weke karekî esasî dibînin ku pêşengiyê ji têkoşîna wan jinan re bikin ku li dora vîna azad û bîreweriya azad têne cem hev. Em ê bi vî rengî pêngava, 'Li dijî qirkeriya jinê dema jin û civaka azad e' ku bi pêşengiya KJK'ê hatiye destpêkirin, pêşwazî bikin. Bi biryardariya azadkirina Rêber Apo, keda mezin dayî me û hemû jinan da ku têkoşîna azadiyê geş bibe, bibin artêş û partî, ji me re bûyî hêz û perspektîf, pêngavê geş bikin. Bi qasî giyanî û ramanî, azadkirina fizîkî ya Rêbertiya me jî, wê bibe sedema sereke ya têkoşîn û jiyana me.

NIHA DEMA AZADIYÊ Û AZADKIRINÊ YE

Rêya xwedîderketinê ya li mîrateya jinên berxwedêr, bi azadkirina Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo azadiya jinê weke şertê sereke yê azadiya civakê daniye, ji wilo, li ber aqilêr nêr ê serwer, li ber çanda civakî ya rêz û rêçikî ya paşverû û wê pergalê rabûye ku jinê tine dihesibîne, mêraniya klasîk kuştiye û bi jinê re bûye dost.

Em hêzên YJA Starê, em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin, xwedî li giyanê berxwedêr ê 8'ê Adarê derkevin. Bi vî rengî em ê tevlê bibin, bi hêza ku me ji vê rastiyê standî, em ê şer bikin. Em ê bibin Sara, Sema, şerê dijmin bikin û bi mîsogerî em ê dijmin têk bibin. niha dema azadiyê û azadkirinê ye!”