YJA STAR'ê çalakiya li Deriyê Şikefta pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê peyamek ji fermandar û şervanên YJA STAR'ê yên li Gabarê re şand û got, "Bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî em çalakiya we ya sabotajê ku li Deriyê Şikefta li dijî dijmin hate lidarxistin, pîroz dikin."

Peyama pîrozbahiyê ya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê wiha ye:

"Beriya her tiştî di şexsê we de em hemû hêza xwe ya li Botanê bi ruhê Apoyî silav dikin. Em pê piştrast û bawer in ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hûn ê li gorî ruhê serdema nû mohra xwe biavêjin binê serketinên mezintir.

Li Deriyê Şikefta, bi hostatî û pisporiya taktîk û teknîkê we li dijî operasyona tinekirinê ya dijmin performanseke mezin nîşan dan. Bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê em çalakiya we ya sabotajê ya li Deriyê Şikefta pîroz dikin. Bi dilsoziya bîranînên Delal û hevrêyên me yên herî dawî li Cûdiyê şehîd bûn ku pêşengiyê ji jinên azadîxwaz re dikin, em pê bawer in ku di afirandina jiyana gerîla û xeta şer a serdema nû de hûn ê bi erka pêşengiyê rabin. Li pêşberî her milîtaneke/î Apoyî yên wezîfeyên serdemê rast fêhm kirine û derbasî pratîkê kirine, hemû hêzên dijmin ên pişta xwe dispêrin teknîkê, neçar in têk biçin. Bi performansa xwe ya dema dawî re we ev yek îspat kirine.

Li ser vê bingehê, di şexsê we de em careke din hemû hevrêyan bi hezkirin û rêzdarî silav kirin û hêvîdar in hûn ê her serketî bin."