Yildirimê ku li girtîgehê hat qetilkirin li Dersimê hate veşartin

Girtiyê nexweş ê bi navê Zulfu (Îbrahîm) Yildirim ê 68 salî ku ji bo berdana wî 10 roj mabûn û li Girtîgeha Xarpêtê hate qetilkirin, li Dersimê hate veşartin.

Girtiyê nexweş ê bi navê Zulfu (Îbrahîm) Yildirim (68) li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê dihat ragirtin û hat îdiakirin ku ji ber krîza dil ketiye erdê û jiyana xwe ji dest daye. Yildirim ê ku 10 roj mabûn ji berdana wî re, hat qetilkirin. Di nava 5 salên girtîgehê de tevî nexweşî û raporan jî nehate berdan. Malbata Yildirim, di saetên serê sibehê de cenaze ji Girtîgeha Xarpêtê girt û anîn Dersimê. Li Dersimê jî ji bo Yildirim li Cemxaneya Haci Bektaş merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dersimê Alîcan Onlu, Rêxistina HDP’a Dersimê û gelek welatî amade bûn.

Kesên beşdarî merasîmê bûn, wêneyên Yildirim bi cilên xwe ve kiribûn. Piştî wecîbeyên olî yên li cemxaneyê, konvoy ber bi gundê Weraniçê ve kete rê.

Cenazeyê Yildirim, li gund bi zêmarên hevjîn û xwişkên xwe hate definkirin. Piştî definkirinê jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Yildirim.