Yeşîlgoz: Em ê xwedî li têkoşîna fermandarê xwe Azîz derkevin

Îmera Fera Yeşîlgoz bi wesîleya salvegera 3'an a mirina Fermandarê BOG'ê Azîz Guler daxuyanî da û got, "Hevrêyê me Azîz di her dilî de bû bawerî û wêrekî û bi vî rengî tevlî nava karwanê nemiran bû."

Mufrezeya Rasîh Kûrtûlûş Fermandarê Partiya Komunaran a Şoreşger (DKP) bi wesîleya salvegera 3. a şehadeta Fermandarê Biryargeha Navendî ya Rojava ya Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) Azîz Guler (Rasîh Kûrtûlûş) ku 21'ê Îlona 2015'an li Rojava di şerê dijî DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest da daxuyanî da.

Fermandara Mufrezeyê Îmera Fera Yeşîlgoz diyar kir ku Azîz Guler têkoşîna li Tirkiyeyê gihandiye Rojava û destnîşan kir ku di şexsê Azîz Guler re têkoşîna çîna karker a Tirkiyeyê û gelê Kurd berbiçav bûye.

Yeşîlgoz diyar kir, hevrêyê wan Azîz ku di operasyona dijî DAÎŞ'ê de şehîd bû, bi bawerî û wêrekiya xwe di her dilî de tevlî karwanê nemiran bûye.

Yeşîlgoz di dewama daxuyaniyê de ragihand ku hêza şer a Mufrezeya Rizgariyê ya Rasîh, bi Atakan Mahîr û Mehmet Alî Kasirga (Mûstafa Bariş Kalafat) ên li Dersimê şehîd bûn derbasî nava xaka Bakur bûye û wiha dewam kir: "Weke Mufrezeya Rizgariyê ya Rasîhf em xwedî li navê fermandarê xwe derdikevin û şerê wî didomînin. Xwedîderketina li navê wî jî bi meşa li ser şopa rêberê me Ûlaş Bayraktaroglû dibe. Rêxistina me ya şerê şoreşgerî BOG li bajar û çiyayên Tirkiyeyê şerê bindestan û çîna karkeran dike."

Fera Yeşîlgoz da xuyakirin ku tevî hemû astengiyan jî di şexsê şehîdan de wê têkoşîna wan bidomînin û got, "Em bi biryar in ku bidin ser şopa rêberê xwe Ûlaş Bayraktaroglû. Em ê ala şoreşa yekbûyî hîn bilindtir bikin.

Em bang li karker, kedkar û bindestan dikin ku di şerê şoreşgerî yê dijî faşîzmê de tevlî nava refên Hêzên Azzadiyê yên Yekbûyî bibin."