Yekîneyên Tolhildanê li gelek bajaran çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di navbera 3-9'ê Tîrmehê de çalakî kirin.

Yekîneyên tolhildanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan li Amed, Wan, Êlih, Bedlîs û Stenbolê çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de işaret bi êrişên dewleta Tirk hate kirin û hate gotin, "Her êrişa li civakê û şexsan bê kirin ji bo me sedema raperîn û tolhildanê ye."

Li gorî daxuyaniyê Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Savaş Amed li Wanê li taxa Sixkê stasyoneke bazê ya li nêzî dibistana seretayî ya Makbûlehanim şewitandin.

Di 4'ê Tîrmehê de li dijî firoşkarên narkotîkê li kolana Kiratli ya taxa Şafak a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê "Yekîneyên xweparastinê" çalakî kirin û hate gotin, "Hem firoşkar hem jî kesên ku madeyên narkotîkê bi kar tînin hatin cezakirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 7'ê Tîrmehê li bajarokê Sixkê yê navçeya Rêya Armûşê "yekîneyên xweparastinê" li dijî wesayita dewriyeyê ya diçû qereqolê bi çekên ferdî çalakî kirin. Hate ragihandin ku hejmara birîndaran nehatiye tespîtkirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nûman Amed 5'ê Tîrmehê li navçeya Farqînê ya Amedê "navenda sporê" ya qeymeqamiyê şewitand.

Di 3'ê Tîrmehê de jî li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê wesayiteke saziyên cemaweriyê hate şewitandin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Gulan Batman jî 7'ê Tîrmehê li navenda Êlihê wesayiteke polîsan a sivîl şewitand.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Seyît Garzan di 9'ê Tîrmehê de li navçeya Tetwan a Bedlîsê wesayiteke Ranger a polîsan şewitand.

Li Stenbolê Yekîneya Tolhildanê ya şehîd Helmet û Şehîd Arîn Mîrkan di navbera 1 û 6'ê Tîrmehê de li Kadikoy, Bagcilar û Eyupê yên Stenbolê nîv otobus û şeş wesayitên "faşîstan" şewitand.