Yekîneyên Tolhildanê li Amedê çalakî kirin

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Elîşêr Konya û Şehîd Zîn Amara li Amedê hin çalakî kirin û êrişa dewleta Tirk a li şehîdgehan şermezar kirin.

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Elîşêr Konya û Şehîd Zîn Amara daxuyaniyek weşandin û detayên çalakiyên li Amedê parve kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 23'ê Nîsanê saet di 21:00 li taxa Mûradiye ya navçeya Baglar a Amedê li dijî qereqolekê bi teqemeniyan û fîşekên hewayî çalakî hate lidarxistin û di encamê de xisar li qereqolê bû.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku leşkerên Tirk piştî çalakiyê ji tirs û panîkê li derdorê reşandine, lê yekîneya wan bi rengekî serketî li qada xwe vegeriya ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 24'ê Nîsanê jî li dijî heman qereqolê bi fîşekên hewayî çalakî hate lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê 23, 24, 25 û 26'ê Nîsanê li gelek taxên navçeya Baglar a Amedê li dijî wesayitên leşkerî û polîsan ên digeriyan û kontrola GBT dikirin bi teqemeniyan çalakî hatine lidarxistin.