Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Dilxwaz Agirî çalakiya sabatojê kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Dilxwaz Agirî çalakiya sabotajê ya li ser 2 TIR'ê markêtên A-101 yên li ser rêya Mêrsîn - Tarûsê girte ser xwe.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Dilxwaz Agirî çalakiya sabatojê ya li ser 2 TIR'ên markêtên A-101 ya li ser rêya Mersîn - Tarsûsê ku 18'ê Tebaxê pêk hatibû anî ser xwe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Kanên şerê gemarî yê ku li Kurdistanê tê kirin wê tim di hedefa me de bin. Kanên hatin yên desthilata faşîst a AKP yên mîna A-101, qesayên pereyan ku şerê gemarî têr dikin wê berdêlê bidin. Ên ku desteka fizîkî yan jî aborî didin şerê li Kurdistanê divê zanibin şervanên Tolhildanê yên Kurdan li her deverê ne. Hûn li kûderê jî bin hûn ê berdêla desteka li vî şerê giran bidin, hûn ê bibin hedefa çalakiyên me yên tolhildanê.''