Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bargiran Erkendî li dijî navendên narkotîkê çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bargiran Erkendî li Êlihê ragihand ku li dijî hin deverên sîxurkirinê û narkotîkê çalakî kiriye.

Di daxuyaniya yekîneyê de hate gotin, "Faşîzma AKP-MHP'ê polîtîkayên xwe yên qirêj ên li Kurdistanê roj bi roj zêde dike û heta jê tê ji bo vê dixebite. Ji bo her devera Kurdistanê bike cihê bicihanîna van polîtîkayan, gelek argûmanan bi kar tîne. Yek ji van jî hewldana ji bo dûrxistina xelkê me ji çanda xwe ye. Bi vê armancê sîxurtiyê li ciwanên Kurd ferz dike û hewl dide bixe nava madeyên narkotîkê û karên qirêj. Ji bo têkbirina vê polîtîkayê jî em ê bi hemû hêza xwe li gel gelê xwe têkoşînê mezintir bikin. Em dibêjin ku em ê rê nedin rêxistinbûnên bêexlaqî. ÇalakiYên me yên li dijî vê yekê mîna beriya niha wê ji niha û pê ve jî gelekî zêde bin."

ÇALAKIYÊN KU LI ÊLIHÊ HATIN LIDARXISTIN

Li gorî daxuyaniyê, çalakiyên ku li Êlihê hatine lidarxistin wiha ne:

"Li taxa Yeşîltepeyê li dijî cihekî ku weke qada bikaranîna madeyên narkotîkê ji aliyê dewletê ve dihate bikaranîn, yekîneyên me bi teqemeniyan çalakî kirin.

Li ber Bazara Genim a li taxa Hîlalê, li dijî hêzên dijmin ên dixwestin ku kontrola nasnameyê bikin bi teqemeniyan çalakî hate lidarxistin. Hejmara mirî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin. Yekîneya me bi rengekî serketî li qadên xwe vegeriya."