Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Andok Zagros li Wanê çalakî kir

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Andok Zagros ragihand ku li taxa Xaçortê ya Wanê di 28-29'ê Nîsanê de çalakî lidar xistiye.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Andok Zagros bi daxuyaniyekê ragihand ku di navbera 28 û 29'ê Nîsanê de hin çalakî kiriye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li taxa Xaçortê ya Wanê li kolana Bayirliyê di 28-29'ê Nîsanê de 2 çalakî hatine lidarxistin û hate gotin, "Çalakî li dijî wesayiteke dijmin hate kirin ku li dewriyeyê digeriya û bi fîşekên hewayî lê hate xistin. Di çalakiyê de 2 polîsên Tirk ên dagirker birîndar bûn.

Li dijî firoşkarên narkotîkê ku hewl didin ciwanên Kurd dejenere bikin û bixin nava çiravê bi bombeya deng çalakî hate kirin."

Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrişên dagirkeriyê yên li ser qadên Metîna, Zap û Avaşînê hate kirin û hate gotin, "Em ciwanên welatparêz, li dijî tecrîdê, êrişên dagirkeriyê yên li Kurdistanê û her kesên ku hewl didin ciwanên Kurd dejenere bikin, em ê çalakiyên xwe bênavber dewam bikin."