Yekîneya Tolhildanê fabrîqeya AKP’iyan şewitand

Ji aliyê Yekîneya Tolhildanê fabrîqeya girêdayî AKP’iyan li Enqerê şewitand.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî ragihand ku 13'ê Sibatê li kolana Nîne Hatûn a navçeya Esenler a Stenbolê endamên wan 2 mînîbusên nokeran dan ber agir.

Hate ragihandin ku her du mînîbus bi temamî şewitîn.

Yekîneyê di daxuyaniya xwe de salvegera 21'ê ya komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û bang li endamên yekîneyên xwe û ciwanên Kurd ên welatparêz kir ku di meha Sibatê de li dijî dewleta Tirk çalakiyên bi bandor bikin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Soro Amed jî ragihand ku êvara 13'ê Sibatê saet di 20:30'î de endamên wan li navçeya Akyûrt a Enqereyê li dijî febrîeqeyeke AKP'iyan a makîneyên înşaetê çêdike çalakî kirine.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev çalakî li dijî komploya navneteweyî hatiye kirin û di encamê de febrîqe bi temamî hatiye şewitandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi vê çalakiyê de febrîqeya AKP'iyên ku kujerên Kurdan e bi temamî hate şewitandin."

Yekîneyê ragihand ku her roja sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ji bo wan hinceta çalakiyan e û diyar kir ku wê li her cihî li dijî tecrîdê çalakiyên xwe yên li hemberî dewleta Tirk dewam bikin.