Yek ji birîndarên qezaya trafîkê ya li Şengalê jiyana xwe ji dest da

Yek ji birîndarên qezaya trafîkê ya li Şengalê, ku wesayiteke leşkerî ya artêşa Iraqê û otobusa servîsa xwendekaran li hev ketin, îro serê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Ji ber liv û tevgera zêde ya leşkerên Iraqê ya li Şengalê, roja 16'ê Çileyê li ser rêya Sinûnê û Xanesorê ya Şengalê qezayeke trafîkê rû dabû.

Wesayiteke leşkerî ya artêşa Iraqê û otobusa servîsa xwendekaran li hev ketibûn û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 30 kes jî birîndar bûbûn.

Ji birîndaran ajokarê servîsa xwendekaran Sahir Hecî îro li Nexweşxaneya Sinûnê jiyana xwe ji dest da.

Dema ku qezayê rû da, dîmenekî sosret jî belav bû, ku leşkerên Iraqê li cihê qezayê kêfxweşiya xwe nîşan didan.

Li gel êşa giran a vê qezayê, ev dîmenê sosret ê leşkerên Iraqê li nava civaka Êzidî bûbû sedema nerazîbûneke mezin.