YBŞ: Li dijî êrişên dewleta Tirk em ê gelê xwe biparêzin

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li dijî Şengalê dixwaze civaka wan bêparastin bihêle, lê belê ew bi biryar in ku heta dawiyê civaka xwe biparêzin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) der barê êrişa doh a dewleta Tirk a li Şengalê daxuyaniyek weşand.

PÊNC ŞERVAN BIRÎNDAR BÛN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di van demên dawî de dewleta dagirker a Tirkiyeyê bi balafirên bê mirov ên şer li ser hêzên me yên YBŞ û YJŞ êrîş pêk anîn. Di êrîşa doh de ku li ser Xanesorê pêk hat 5 şervanên me birîndar bûn, 2 ji van rewşa wan giran in."

YBŞ'ê destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze bi van êrişan Şengalê bê rêxistin û bê parastin bihêle û ragihnad, "Ev êriş parçeyek ji şerê taybet û psîkolojîke. Dixwaze tirs û belavbûyînek di nav civaka me de pêk bîne.

LI DIJÎ ÊRIŞAN DIVÊ GELÊ ME XWE HÎN BÊHTIR BI RÊXISTIN BIKE

Gelê me li hemberî van êrîşan berovajî van tiştan pêwîst e ku hîn zêdetir bi rêxistinkirî û xwedî seknekî xurt be."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze tola kuştina Baxdadî ji civaka Êzidî hilîne.

Di daxuyaniya YBŞ'ê de hate gotin, "Eşkere ye ku bi van êrîşan dewleta tirk a dagirker dixwaze ku sînorên xwe yên Mîsak-i Mîllî ji nû ve zindî bike û ev êrîş weke çirûskên destpêkê ê van planan e. Musil û Kerkûk jî dikeve di nav van sînorê Mîsak-i Mîllî de. Di van kêliyan de jî dewleta Iraqê di rewşekî tevlîhev de ye. Dewleta tirk ji van tevlîheviyan sûdwerdigre û êrîş dike. Pêwîst e ku bi taybetî gelê Mûsil û Kerkûkê û gelên Iraqê hemû bi helwesteke hevpar nerazîbûneke xurt li hember van êrîşan rêber bike."

Di daxuyaniyê de YBŞ'ê biryardariya xwe ya ji bo parastina civakê bi vê hevokê destnîşan kir: "Weke YBŞ û YJŞ’ê di bin her şert û mercan de em ê gelê xwe û civaka xwe biparêzin. Çawa ku di sala 2014’an de li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê me erka xwe ya parastinê bi cîh anî, li hemberî van êrîşên dewleta Tirk jî em ê li erka xwe ya dîrokî xwedî derkevin û di serî de gelê xwe û hemû gelê heremê biparêzin."