YBŞ jî tevlî operasyona artêşa Iraqê bû

Operasyona artêşa Iraqê ya ji bo paqijkirina herêmên sînor ji çeteyên DAÎŞ'ê, bi beşdariya hêzên Şengalê bi rengekî serketî didome.

Operasyona ku 7'ê Tîrmehê li herêmên navbera Selahaddîn, Mûsil û Enbarê û heta sînorê Iraq-Sûriyeyê ku ji bo paqijkirina herêmê ji DAÎŞ'ê dest pê kir didome.

Di vê operasyonê de ku navê 'Operasyona Îradeya Nasir' lê hatiye kirin, tevî artêşa Iraqê gelek hêzên Iraqî jî hene.

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî bi rengekî çalak tevlî operasyonê bû.

Artêşa Iraqê, koalîsyona navneteweyî, Haşd-i Şabi, Haşd Aşayiri, Hêzên Nusrel Mubîn (Foca Serketî) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi koordîneyeke hevbeş operasyonê didomînin. Operasyon ber bi dawiyê ve diçe.

'Operasyona Îradeya Nasir' li Iraqê weke yek ji operasyonên herî mezin tê dîtin.

Tê payîn, hêzên tevlî operasyonê bûne daxuyaniyekê ji çapemeniyê re ragihînin.