YBŞ: Di êrişa dewleta Tirk de li Şengalê 3 sivîl şehîd bûn

Fermandariya YBŞ'ê ragihand ku di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de li Şengalê 3 sivîlên ku karê bîrkolandinê dikirin şehîd bûn û yek jî birîndar bû. YBŞ'ê diyar kir ku li gel bombardûmana giran jî tiştek bi hêzên wan ên leşkerî nehatiye.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser bombardûmana giran a dewleta Tirk a doh bi şev li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, êrişa bi balafiran şeva 1'ê Sibatê saet di 22:00 de dest pê kiriye û heta saet 03:00 ê serê sibehê dewam kiriye.

Fermandariyê diyar kir ku di van êrişan de bombe li 21 cihên wan hatine barandin û hate ragihandin ku ti şehîd û birîndarên hêzên wan çênebûye.

'3 SIVÎL ÊN KARÊ BÎRKOLANDINÊ DIKIRIN ŞEHÎD BÛN'

Fermandariya YBŞ'ê diyar kir ku ji bilî nuqteyên hêzên wan, cihekî sivîl jî hatiye bombekirin û hate gotin, "Li vî cihê medenî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hewldanên wan ên ji bo zelalkirina rewşê û nasnameyên şehîdan lêkolînên wan dewam dikin û hate gotin, "Lê belê bi qasî agahiyên hatin bidestxistin, kesên jiyana xwe ji dest dane ji bo xizmeta vê civakê bikin karê bîrkolandinê dikirin."

'ÊRIŞ JI BO PÊŞÎGIRTINA LI VEGERA KOÇBERAN HATE KIRIN'

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku yek ji armancên êrişan çavtirsandina civakê ye û wiha dewam kir, "Gelê me her roj ji kampan vedigerin ser axa xwe. Ji bo pêşî li vê vegerê bigirin, dewleta Tirk a qirker vê siyaseta xwe ya qirêj û êrişan dide meşandin."

Fermandariyê destnîşan kir ku êrişên tên kirin dewama êrişên DAÎŞ'ê yên Tebaxa 2014'an e û got, "Lê belê çi dibe bila bibe dijmin wê nikaribe bikeve çeperên me."

'BILA XELKÊ ME JI HÊZA XWE YA PARASTINÊ PIŞTRAST BE, DIJMIN WÊ NIKARIBE BIKEVE XAKA PÎROZ'

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Çeperên me ji pola hatine avakirin. Bila gelê me ji hêza xwe bawer be. Bi vî awayî tevahiya êrişên dijmin wê bêne pûçkirin. Wê dijmin nikaribe bikeve vê axa pîroz."

Fermandariyê bi bîr xist ku li gel ewqas êrişên giran jî ku bi sedan carî bombardûman hate kirin, hemû êriş hatin pûçkirin û got, "Ji ber vê bila gelê me û dostên me ji vê hêza xwe û çeperên xwe piştrast be."

Fermandariya YBŞ'ê bal kişand ser hin propagandayên di çapemeniyê de û got, "Hİnek ji çapemeniyên PDK'ê propagandaya dagirkeriya Tirk didin meşandin. Rewakirina êrişên dewleta Tirk a qirker ji bo Kurdan ne şeref e, ne jî rûmeteke. Banga me ji bo wan ew e ku dev ji vî zimanê ku bi kar tînin berdin."

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çeperên wan careke din ispat kir ku weke pola li pişta gelê xwe ye û hate gotin, "Dagirker û dijmin wê nikaribin bikevin xaka Şengalê.