‘Ya ku li Şengalê tê kirin binpêkirina mafê mirovahiyê ye’

Şandeya KNK’ê ya ku serdana Şengalê kir piştgiriya xwe ji bo rêveberiya xweser nîşan da û got, “Em heya dawî di parastina bawerî û nirxên civaka Êzidî de li pişt wê ne.”

Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) ji bo piştgiriya xwe ji civaka Êzidî re nîşan bide, serdana Şengalê kirin. Di serdanê de li gelek sazî û meclîsên Rêveberiya Xweser a Şengalê geriyan. Li ser helwesta şandeya KNK’ê, Hevseoka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen axivî.

‘WEKE CIVAKA ÊZIDÎ EM HEYA DAWÎ SERÎ NATEWÎNIN’

Riham Hesen di axaftina xwe de diyar ku ew ji van piştgiryan hêz û morala tekoşînê digirin û wiha got: “Em serdana KNK’ê gelekî watedar dibînin. Bi taybet piştî êrîşa dawî ya li ser Şengalê bi serdana xwe piştgiriya xwe nîşan dan, moralekî gelekî mezin dide me. Em  civaka Êzidî heya dawî serî natewînin û her dem em ê ji dijminê xwe re bibin bersiv. Em bang li hemû rêxistinên ku li ser pîvana mirovahiyê û demokratîkbûyînê xebat dikin, piştgiriya xwe nîşanê civaka me bidin.”

‘LAZIM E CIVAKA ÊZIDÎ ÊDÎ XWE BI RÊ VE BIBE’

Her wiha Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî axivî û destnîşan kir ku ev planên li ser Şengalê tên kirin, planên li ser dergûşa mirovahiyê ye û wiha pêde çû: “Em şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê em bi serberzî û şanazî hatine û me serdana Şengalê kir. Me rewşa li Şengalê şopand. Me xwest em piştgiriya xwe ji civaka Êzidî re nîşan bidin û hewlesta xwe li hember planên ku  li ser Şengalê tê meşandin nîşan bidin. Bi taybet jî me xwest em piştgiriya xwe ji bo sîstema Rêveberiya Xweser a li Şengalê tê rêvebirin nîşan bidin û em dibêjin ku lazim e civaka Êzidî êdî xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe. Ji ber ku bi hezaran salan e li ser civaka me ya Êzidi planên qirêj hene. Ji van planan hêzên derve, hikumeta Iraqê û PDK berpirsyar in. Tişta ku li Şengalê tê kirin binpêkirina mafê mirovahiyê ye.”

‘LAZIM E HIKÛMETA IRAQÊ JÎ RÊZÊ LI MAFÊN CIVAKA ÊZIDÎ BIGIRE’

Endama Kongreya Netewî  ya Kurdistanê ya ji bajarê Kerkûkê Fayza Fûad jî got ku parastina civaka Êzidî ji fermanan encax bi xwerêvebirinê pêkan e û wiha axaftina xwe domand: “Me serdana Êzidxanê kir. Me xwest em rewşa herêmê nas bikin. Weke endama KNK’ê ev serdana me wê ne ya yekem be û ne jî dawî be. Em ê di vê serdana xwe de raporekî li ser rewşa herêmê amade bikin. Emê carekî din jî serdan bikin. Em piştgirya xwe ji Xweseriya Şengalê re nîşan didin. Mixabin ku di vê serdemê de ev civaka esîl rû bi rûyê ewqas qirkirinê tê. Lazim e hikumeta Iraqê jî rêzê li mafên civaka Êzidî bigire, heta lazim e wezîrekî ji vê civakê di nav hikumetê de hebe, mafê wan biparêze û dengê Êzidxanê berz bike. Ciwan, jin, kal û pîr hemû ji bo parastina vê axê xwe feda dikin. Ev jî mafekî ya vê civakê ye ku kes nikare li hember wê  ji nedîtî ve bê.”