Xwezaya Kurdistanê mîna gelê xwe ji bo azadiyê bi înad e

Ji ber bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker li gundê Kortekê û derdora wê şewat derket. Ji ber şewatê bi hezaran dar şewitîn û gelek heywan telef bûn.

Dewleta Tirk a dagirker ku qirkirinê li ser gelê Kurd ferz dike, 11'ê Hezîranê bi rengekî fermî eşkere kir ku wê dest bi operasyona dagirkirinê ya Başûrê Kurdistanê bike. Bêguman ev ne êrîşeke nû ye. Bi salan e dewleta Tirk bi her awayî êrîşê dibe ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Têkoşîn û berxwedana gelê Kurd a li dijî vê êrîşkariyê jî timî di asta herî bilind de hatiye kirin.

Mejiyê desthilatdar ê dewleta Tirk ne tenê êrîşî Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd dike, hewl dide xwezaya Kurdistanê ya bi xêr û bêr jî talan û tine bike. Rejîma AKP'ê ji bo desthilatî û dîktatoriya xwe, jin, zarok, ciwan, extiyar û xwezaya li Kurdistanê dide ber xwe. Mînaka herî bi êş û berbiçav a vê yekê jî Solîna biçûk e ku tevî pênc ferdên malbata xwe bi rengekî hovane sala 2001'an li ser rêya Kortekê ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hate kuştin.

JI BER ŞEWATÊ HEYWAN TELEF BÛN Û BI HEZARAN DAR ŞEWITÎN

Dewleta Tirk a dagirker bi rêk û pêk her sal agir berdide xwezaya Kurdistanê. Berî niha bi çend rojan careke din êrîş bir ser derdora gundê Kortekê. Ji ber bomberdûmanê agir bi vê xwezaya mîna bihuştê ket û bi hezaran dar û zindiyên tê de şewitîn.

Şewatê du rojan li qadeke berfireh dewam kir ku heta gihîşt cihê bîrdariya ji bo bîranîna Solîna biçûk û malbata wê hatibû çêkirin. Û bi hewldanên şêniyên herêmê hate vemirandin. Dema ku me berê xwe da herêmê, me dît ku gelek lawir jî şewitîne. Heywanên ku ji şewatê rizgar bûne, bi biryardarî hewl didin li qada şewitî ji nû ve jiyanê biafirînin.