Xwendekarên ku wêneyên Demîrtaş hildan ji wargehê hatin avêtin

Li Wanê 3 xwendekarên jin ji ber ku wêneyên Demîrtaş li hundirê çenteyê wan hate dîtin, ji wargeha xwendekaran hatin avêtin.

3 xwendekarên jin ên ku li navçeya Westan a Wanê di Wargeha Xwendekaran a dewletê de dimînin, beriya referandûma di 16’ê Nîsana 2017’an de wêneyên Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku li navçeyê dihat belavkirin, xistin çenteyê xwe. Piştî ku xwendekar çûn wargehê ewlekariya wargehê çenteyê wan kontrol kir û dest danîn ser wêneyên Demîrtaş û teslîmî Gerînendeya Wargehê kir.

Di encama lêpirsîna bi lez û bez de, Saziya Wargehê bêyî ku hevdîtinê bike, bi nivîskî biryara avêtinê ragihand xwendekaran.

Bavê Şukran Adli ya ku ji wargehê hatiye avêtin Necmeddîn Adli çû wargehê û xwest hevdîtinê bi Rêvebera Wargehê bike. Lê Gerînendeyê hevdîtin red kir û ji peywirdarên ewlekariyê xwest ku Adli ji wargehê derxînin. Adli li vê derê li dijî peywirdarên ewlekariyê li ber xwe da, lê peywirdar heqaret û tehdît li Adli kirin.

AKP: BILA WÊNEYÊ ERDOGAN HILDIN

Bav vê carê çû ku wargehê li Serokatiya Westanê ya AKP’ê gilî bike lê jê re gotin “Ji dêvila wêneyê Demîrtaş bila yê Erdogan hilde.”

Bavê Şukran Adli ji Serokê AKP’ê yê navçeyê got “Em ji Demîrtaş hez dikin” û nerazîbûn nîşan da. Adli got ku, “Dahatûya keça min reş kirin û bûrsa wê birrîn. Ji bo hesappirsînê ez ê dozê li wan vekim.”