'Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li azadiyê ye'

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in di nava şert û mercên gelekî giran de li ber xwe dide û got, "Xwedîderketina li Rêbertî tê wateya xwedîderketina li îrade û azadiya xwe."

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn diyar kir ku bi komployê re ya ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate kirin, êriş li dijî jin ên Kurd ên li ser xeta azadiyê û gelê Kurd hatiye kirin.

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku gelê Kurd li ber komployê rabû û bi xurtî xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket.

Zîlan Vejîn diyar kir ku gelê li Rojhilat sekneke radîkal nîşan da û got, "Xwedî li Rêbertî derket. Rêbertî bi ked, têkoşîn û berxwedana xwe li tevahiya Kurdistanê hate naskirin û qebûlkirin. Ji ber vê yekê dema ku dîl hate girtin bi milyonan mirov xwedî li Rêbertî derketin. Plan hatibû kirin ku komploya navneteweyî qonax bi qonax bi cih were anîn. Sê sedemên bingehîn hene ku li pêşiya serketina komployê bûne asteng:

* Rêbertî bi sekn û berxwedana xwe, bi projeyên xwe yên ji bo aştî û demokrasiyê pêşî li komployê girt.

* Gelê me bi sekneke xurt xwedî ki Rêbertî, fikir û felsefeya wî derket û komplo pûç kir.

* Gerîlayên Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya heta niha û bi berxwedana xwe nehiştin ku komplo bi ser bikeve.

XWEDÎDERKETINA LI NIRXÊN MIROVAHIYÊ YE

Zîlan Vejîn destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in di nava şert û mercên gelekî giran de ye û got, "Rêbertî 23 sal in tecrîdkirî ye. Ev yek ji bo me cihê rexnedayinê ye. Pûçkirina planên dijmin û bidawîkirina tecrîd bi têkoşîna me ve girêdayî ye. Eger weke gel û tevger em têkoşîna xwe mezintir bikin û karibin felsefeya Rêbertî bixin meriyetê, hingî wê dijminm ti carî negihêje armanca xwe. Gelê me yê Rojhilat jî xwedî li pêngava azadiyê ya ji bo Rêbertî derket. Divê em vê pêngavê xurtir bikin, ji ber ku xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye. Lewma gelê me li her qadê bi xurtî xwedî li vê pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî derdikeve. Bi taybetî xelkê me yê Rojhilat çawa ku sala 1999'an li dijî komployê helwesteke radîkal nîşan da heman helwestê divê niha jî nîşan bide."

DIVÊ EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ BIXEBITIN

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn got, "Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li îrade, azadî û mafên xwe ye, ji ber ku Rêbertî 23 sal in di nava şert û mercên giran ên tecreîdê de ji bo têkoşîn, azadî û mafên civakekê li ber xwe dide" û wiha dewam kir, "Êrişa li dijî Rêbertî tê wateya êrişa li hemberî tevahiya civaka Kurd. Gelê me bi pêşengiya jin û ciwanan dikare van êrişan têk bibe. Ji ber vê yekê li her bajarî, li her taxê jin û ciwan dikarin xwe di çarçoveya projeyên Rêbertî de bi rêxistin bikin û tevlî vê pêngavê bibin. Di sala 24'an a dîlgirtina Rêbertî de divê em karibin azadiya fîzîkî misoger bikin. Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî jî divê em bi ruhê seferberiyê bixebitin û têbikoşin."