‘Xwedî li gorên zarokên xwe derketin xwedî li nifşê nû derketin e'

Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi daxuyaniyeke nivîskî kiryarên dewleta Tirk a dagirker yên li Serêkaniyê ku Şehîdgehan xirab dike û li şûna wê baregehên leşkerî ava dike şermezar kir û bang kir ku divê xwedî li nirxên xwe derbikevin.

Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kêşand li ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker yên li Serêkaniyê ku Şehîdgehan xirab dike û li şûna wê qereqolan ava dike.

Komîteyê ev kiriyar şermezar kir û banga xwedîderketina şehîdan li gelê Kurd, Ereb, Ermen û Sûryanî û hemû sazî û rêxistinên mafê mirov her wiha wijdana mirovahiyê kir ku li hemberî wê kiryarên dewleta Tirk a faşîst û dagiker rabin û xwedî li nirxê xwe ango şehîdên xwe derbikevin.

Daxuyaniya Komîteyê wiha ye:

“Îro careke din dîrok xwe dubare dike. Konsepta îmha û siyaseta ku îro li ser gelê Kurd tê meşandin, armanca vê hertim diyar û zelal e. Armanc tenê tunekirin û qirkirina gelê Kurd e û tenê rê û rêbazên dewleta Tirk a faşîst û dagirker tê guhertin. Her roj bi rêbazeke ji rêbaza berê cudatir li ser gelê Kurd disepîne. Ji aliyekê tecrîda girankiri ya li ser Rêber Apo, ji aliyê din ve jî bi hemû hêza û teknîka xwe êrîşî gel dike. Bi wê ve girêdayî hertim xwestine nirxên civaka me binpê bikin û rojane jî vê pêktînin.

Nirxên her civakekê yên ku hatine pesendkirin û bilindkirin, bê guman şehîd in. Hebûna şehîdên Kurdistanê hebûna civaka Kurd e. Ji bo wê jî şehîdên me pêşeroj û paşeroja me ne, lewma îro dijmin di ferq û zanabûna wê rastiyê de ye. Ji ber wê jî bi caran êrîşî gorên şehîdên me, nirxên me yên herî giranbiuha û pîroz kirin. Dewleta Tirk a faşîst bi hemû awayî êrîşî ser gelê Kurd dike; bi tecrîd, kuştin, talan, girtin, êşkence, di jêrzemînan de şewitandin, guhertinên demografî, tunekirina çand û xweza, şkandina kêlên gorên şehîdan, şewitandina gorên şehîdan, ambargo, tecawûz û îro jî goristana Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê tê xirabkirin û li şûna wê qereqolekî leşkerî tê avakirin. Rêbazên şer ên dewleta Tirk a faşîst û dagirker weke hişmendiya wê ya qirêj, gemar, tirsonek û dijî exlaqê mirovahiyê ye. Ev nêzikatî ne tenê li beranberî netewa Kurd hatiye kirin, ji ber ku goristana cangoriyên Serêkaniyê bi yekîtiya gelên Kurd, Ereb, Ermen û Sûryanan ve hatiye avakirin. Bê rêziyekî li beranberî bawerî, çand, ziman her wiha bê rêzî li beranberî Yezdanê dilovan hatiye kirin, ji ber ku di ti ol û mezheban de bi goristanan leyistin, xirabkirin, şewitandin û goristan vegerandina qada leşkerî pêk nehatiye. Tenê ev ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û dagirker ve hatiye kirin.

Îro roj ne roja gotin ye, roj roja berxwedan û têkoşînêye. Êdî kêr hestî jî borandiye. Ji bo wê jî divê em hemû qadên jiyanê vegerînin qadên Heftanînê. Ji bo ku em nehêlin goristana Serêkaniyê bê aram bibe, divê em berxwedanê bilind bikin. Êdî dijmin ji hestiyên zarokên gelê Kurd jî ditirse û îro ketiye wê astê ku di nava goristana zarokên me de qereqolan bi cih dike. Xwedî li gorên zarokên xwe derketin xwedî li nifşê nû derketin e. Ji ber ku şehîdên me canê xwe ji bo pêşeroja zarokên vî welatî feda kirine, ji bo wê jî erk û berpirsiyartiya me ew e ku em xwedî li nirxên xwe ango şehîdên xwe derkevin û qereqolê ji dijmin re bikin dojeh.

Em Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bang li gelê Kurd û dostên wê dikin ku li welat û derveyî welat bila herkes xwedî li xeta şehîdan derkeve. Bang li hemû damûdezgehên mafê mirovan, Neteweyên Yekbûyî, akademisyen û yên ku dibejin em mirov in dikin; li Serêkaniyê wehşetekî li ser gelê azadixwaz û demokratîk tê meşandin. Dengê we bihêzkirina dengê me ye, bang li wijdana mirovahiyê dikin; hûn jî bêjin bes e ji dagirkeriya Tirkiyê re. Ger ku dewleta faşîst û dagirker xwe ji goristana Serêkaniyê nede paş, wê ew goristan bibe melkemotê faşîzma AKP û MHP’ê.”