‘Xwedî li destketiyên ku bi saya şehîdan hatiye avakirin derbikeve’

Gerîlayê YRK’ê Erdal Çilçeme bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dike ku divê li dijî siyaseta şerê taybet a ku dagirkeriya Îranê li ser ciwanan birêve dibe bisekînin û ji bo valaderxistina wê, tevlî nava refên gerîla bibin.

Gerîlayê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Erdal Çilçeme ji ANF’ê re behsa siyasta şerê taybet a rejîma Îranê ya li hemberî ciwanên Rojhilatê Kurdistanê birêve dibe kir û da zanîn ku ji bo valaderxistina wê siyasetê bi tevlîbûna ciwanan ya di nava refên gerîla de pêkan e.

‘DIVÊ XWEDÎ LI DESTKEFTIYAN BÊ DERKETIN’

Çilçeme di serî de bal dikişîne ser erkê welatparêziyê û wiha dest bi axaftina xwe dike: “Di serî de li dijî dagirkeriya ku di roja îro de li ser welatê me tê sepandin, erkê her Kurdekî welatparêz e ku xwedî li destketiyên ku bi saya şehîdan hatiye avakirin derbikeve. Di vê pêvajoyê de şerekî pir giran heye.”

‘REJÎMA ÎRANÊ BI MADEYÊN HIŞBIR, CIWANAN JI RASTIYA WELAT BIDIN DÛRXISTIN’

Gerîla Erdal Çilçeme îşare bi siyasetê şerê taybet a rejîma Îranê ya bi rêya madeyên hişbir dike û wiha pêde diçe: “Di Rojhilatê Kurdistanê de dijmin bi rêya madeyên hişbir, siyasetekî şerê taybet li ser ciwanan dike. Ji bo ku ciwan çek ranekin, dixwazin her tim ciwanan bi madeyên hişbir bidin girêdan û ji rastiya welat û dagirkeriyê bidin dûrxistin. Di demên berê de tiştekî bi vî rengî nebû, lê belê di roja me ya îro de ji ber ku partiyên Kurdî hatine avakirin û ji bo ku ciwan beşdarê nava wan partiyan nebe, şerekî taybet yê bi vî rengî li ser ciwanan birêve dibe. Bi vê siyasetê ciwan li pey welatê xwe nakevin, dikevin pey temînkirina madeyên hişbir.”

Erdal Çilçeme her wiha behsa siyaseta girêdayîna ciwanan a bi cîhana dîjîtal re dike û dibêje; her kesê di nava xwe de ji xwe re cîhanek ji xeyalan avakiriye û got: “Di heman demê de dagirkerî bi şêwazekî din jî siyaseta şerê taybet li ser ciwanan disepîne. Niha bi giştî di nava civakê de girêdanekî zêde ya ciwanan bi cîhana dîjîtal re çêbûye, her kes di nava wê de ji xwe re dinyayekî ji xeyalan avakirine; di wir de welatparêzî û Kurdbûna xwe tîne ser ziman, lê belê pêwîste ciwan vî tiştî ji bo xwe têrker nebînin.”

‘BI TEVLÎBÛNA XWE LI BER DAGIRKERIYÊ RABIN Û HEBÛNA XWE BIDIN QEBÛLKIRIN’

Gerîlayê YRK’ê Çilçeme dide zanîn ku dagirkerî bi her şêwazê bi ser civaka Kurd ve tê û wiha wuga domand: “Di roja îro de dagirkerî bi her şêwazî bi ser civaka me Ve tê, ji ber wê pêwîste ciwan di nava vê têkoşînê de cihê xwe bigrin, kar û xebat bikin. Dagirkerî ne zimanê me, ne jî nasname û cil û bergên me ku mafê xwezayî yê her civakekê ye qebûl dike. Ji ber wê pêwîste em xwedî li van derbikevin, tenê em temaşe bikin û di cihê xwe de rûnin têrker nîne, pêwîste beşdarê gerîla bibin û li beramberî dagirkerên ku me qebûl nakin xwe bidin qebûlkirin.

Em di welatê xwe de dijîn, em tenê dixwazin xwedî li tiştên ku dagirkerî dixwazin bi me bidin jibîrkirin derdikevin. Em dixwazin di welatê xwe de bi zimanê xwe baxivin, lê belê dijminên me dibêjin tiştekî bi navê Kurd nîne, tiştekî bi navê Kurdistan jî nîn e. Eger em jî dibêjin ku heye, wê demê pêwîste beşdarî nava şoreşê bibin û bi têkoşîna xwe wê bidin xuyakirin.”

‘LI ROJHILATA NAVÎN ÇARESERÎ BÊ FIKIR Û RAMANÊN RÊBER APO NE PÊKAN E’

Çilçeme bi vê bangê dawî li axaftina xwe tîne: “Di dawiyê de bangawaziya min ew e ku ciwanên Rojhilatê Kurdistanê beşdarî nava refên gerîla bibin û bi fikr û felsefeya Rêber Apo bi hev re di nava civakekî azad de bijîn. Ji ber ku pirsgirêkên di Rojhilata Navîn de heyî bê fikr û felsefeya Rêber Apo çareser nabin, her kes dikare hebûna xwe di nava fikr û felsefeya Rêber Apo de bibîne û pê re bijî.”