Xizmên Windayan xwestin berpirsên Ergul bên cezakirin

ÎHD û Xizmên Windayan daxwaz kirin ku berpirsên Hasan Ergul ê li Silopyayê sala 1995’an revandin û windakirin, bên cezakirin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan, ji bo ku “Winda bên dîtin û faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya 639’emîn a her hefteyê dewam dikin, ji ber şewba vîrûsa koronayê, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal bi weşandina vîdyokê li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de, çîroka Hasan Ergul ê di sala 1995’an de li navçeya Silopî ya Şirnexê ji aliyê kesên sivîl ve hat revandin, li bajarê Xarpêtê hat qetilkirin û dûre cenazeyê wî di Gola Hazarê de hatibû dîtin, hat vegotin.

Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Gurbet Yavûz çîroka Ergul xwend û wiha got: “Ergul di 23’yê Gulana 1995’an de, li ber Oval Petrolê ya di kevinta navçeya Sîlopî ya Şirnexê de, li ber çavê kurê wê yê 5 salî ji aliyê kesên sivîl û bitêlvan ve hat revandin. Piştî revandinê carek din agahî jê nehat girtin.

Malbata Ergûl, serî li hemû rayedarên fermê da, lê tu encam bi dest nexist. Piştî îtirafên îtîrafkarê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan ên di 11 Adara 2004’an de, di rojnameya Ozgur Gundemê de hatin serwîskirin, cînayet û cenazeyê Ergul derket holê. Aygan îtîraf kiribû ku Ergul birine Xarpêtê û piştî li wir dikujin, cenazeyê wî davêjin Gola Hazarê. Malbata Ergul ji bo ku cenaze bê dîtin, li derdora Gola Hazarê dest bi lêkolînan dikin. Hin şahidên li golê masîgiriyê dikin, ji malbatê re dibêjin di sala 1995’an de cenazeyê 2 zilamên tazî yên di torbeyan de dîtine. Malbata Ergul, di çarçoveya vê agahiyê de, bi navbeynkariya parêzerên xwe di 9'ê Nî’ana 2009’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê dide. Li gorî agahiyên tên bi dest xistin; masîgir derbarê dîtina 2 cenazeyan de agahiyê didin Miduriyeta Polîsan a Xarpêtê. Dozger li ser vê agahiyê dikeve nava tevgerê. Wêneyê cezayan tên girtin û ji bo otopsiyê dişînin Saziya Tipa Edlî. Lê ji ber nasnameya wan nayê tespît kirin, her du cenazeyan li goristana bêkesan defin dikin.

Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê, dosyayên derbarê cenazeyên bêxwedî yên aydê sala 1995’an de hatibûn vekirin, yek bi yek nîşanî birayên Ergul Hadî û Arto Ergul dide. Du birayên Ergul ji wêneyan birayê xwe teşhîs dikin. Piştî mînakên DNA’yê hestiyên Hasan Ergul, ji goristana bêkesan derdixin û didin malbatê.

Malbata Ergul, dûre derbarê Amîrhêz Cemal Temîzoz û Koçero Salûcî yên wê demê girtîbûn de, gilî kir. Lê tu encam bi dest nexwest û 8 bersûcên dihatin darizandin beraet kirin.”

Yavûz, di dawiya axaftina xwe de, destnîşan kir ku wê têkoşîna wan a edalet û heqîqetê her tim dewam bike.