Xizmên Windayan li berpirsên Dundar pirsîn

Şaxa ÎHD a Amedê û Xizmên Windayan, li berpirsên Mesût Dundar ê piştî hate destgîrkirin û şûnde ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin, pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan, ji bo ku “Winda bên dîtin û faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya 638’emîn heftane li ser hesabê xwe yê medya dijîtal bi weşandina vîdeoyekê lidar xist. Di çalakiya vê heftê de, pirsa bersûcên Mesût Dundar ê berasteng ê ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di sala 1992’yan de li aliyê polîsên sivîl ve hatibû qetilkirin, hat pirsîn. 

Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yûsûf Erdogan çîroka Dundar vegot. Erdogan, bal kişand ser jiyana Mesût Dundar û wiha axivî: “Mesût Dundar, di zarokatiya xwe de piştî nexweşiya menenjîtê derbas dike, berasteng dime. Li Cizîrê, di sala 1992’yan de, bi îdîaya ku Dundar di çalakiyên girseyê de flamayên kes, sor û zer liba kirine, 3 caran tê binçavkirin. Dundar piştî êşkenceyên giran lê tên kirin, serbest tê berdan.” 

Erdogan, bûyera bi êş a Dundar dijî wiha vegot: “Polîsên Miduriyeta Cizîrê, di meha Tîrmeha 1992’yan de bi ser mala malbata Mesût de digirin û ji malbatê re dibêjin ewê wî bibin Nexweşxaneya Nexweşên Ruh û Sînîrê. Polîs dûre Mesût û bavê wî bi xwe re dibin û li Nexweşxaneya Cizîrê di razînin. Lê Mesût ditirse û di pençereya nexweşê de redive. Polîs ji ber vê 3 rojan êşkenceyê li bavê Mesût dikin û gefa kuştinê lê dixwin. Bavê wî ji neçarî soz dide polîsan ku wê kurê xwe bîne û bide wan. Li ser vê bavê Mesût tê berdan.” 

Erdogan, di dewama vegotina xwe de wiha got: “Polîs piştre her roj bi ser mala Mesût de digirin. Di 6’ê Îlona 1992’yan de, cenazeyê Mesût destên wî paşve girêdayî, li kêleka aşê avê yê gundê Sûlak bi awayekê xeniqî tê dîtin. Li gorî gotinên gelek şahidên ji gundê Sulak, yek jê polîs 3 kesên kincên sivîl li wan bûn, Mesût anîne cihê bûyer. Eskerên hatin cihê bûyer jî, bi hinceta ku dibe dibin cenaze de feqebombe hebe, cenazeyê Mesût li pişt maşineya zirxî bi erdê re kaş dikin. Dûre wêneyên kaşkirina cenazeyê Mesût ên di Rojnameya Ozgur Gundemê de hatin weşandin, bi salên dirêj di hafizeyan de man.”  

Erdogan, destnîşan kir ku malbata Mesût di 3’yê Adara 1995’an de serî li Komîsyona DMME’yê da û wiha bi dawî kir: “DMME’yê di sala 2005’an de, Tirkiyê ji ber doza Mesût  Dundar mehkûm kir û biryar da ku tazmînat bide.”