Xizmên windayan li aqûbeta Komkujiya Dîgorê pirsîn

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê, li Koşûyolû ya Amedê kom bûn û li aqûbeta 17 kesên ku di komkujiya Dîgorê de hatin qetilkirin pirsîn.

Xizmên Windayan û rêveberiyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, ji bo aqûbeta windayan bipirsin û faîl werin darizandin di hefteya 672’yemîn de çalakî li dar xistin. Çalkiya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û faîl werin darizandin” li Parka Koşûyolû ya Rêzana Amedê hat lidarxistin û rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windayan tevlî çalakiyê bûn. Vê hefteyê li aqûbeta 17 kesên ku di komkujiya Dîgorê de hatin qetilkirin hat pirsîn.

Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Yildirim daxuyanî da. Yildirim, wiha behsa komkujiya Dîgorê kir: “Di salên 1992-1993'yan de leşkeran bi ser gelek malên Dîgorê ya Qersê de girt û cerdevanî li welatiyan ferz kirin. Îşkence li welatiyan hat kirin. Di 14'ê tebaxa 1993’yan de li navçeya Dîgorê, welatî li dijî van zextan xwestin meşek li dar bixin. Lê leşker û kesên ku bi cilên sivîl gule bi ser welatiyan de reşand. Di êrîşê de zarok, jin, ciwan, kal û pîr jî di nav de 17 kes hatin qetilkirin û zêdeyî 200 kes jî birîndar bûn.”

Bi domdarî Yildirim bal kişand li ser pêvajoya darazê û wiha got: “ Derbarê 8 polîsên taybet de bi îdiayên ‘Bi zanebûn kuştin‘ û ‘Bi zanebûn hewldana kuştinê‘ doz hat vekirin. Polîsan di parastina xwe de îdia kir ku 'Di nava girseyê de bi roket û çek êriş hatiye kirin'. Lê belê li cihê bûyerê ji bilî fîşekên vala yên hêzên taybet tiştek din nehat dîtin. Di biryara sala 2006’an de polîs bi hinceta 'Parastina rewa' kirine beraet kirin.“

Malbatên 7 kesên jiyana xwe ji dest dan bi hincetên "Binpêkirina mafê jiyanê", "Lêpirsîna bi bandor" û "Dirêj darizandinê" doz birin Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME). DMME, cezayê zerarên madî û manewî da Tirkiyeyê. Rûniştina dosyayên malbatên din ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne li DMME hêj jî didome.