Xizmên Windayan ji bo Ozalp û Sancak hatin ba hev

Xizmên Windayan û endamên ÎHD’ê ji bo Cavît Ozalp û Hacî Sancak ên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, hatin ba hev.

Xizmên Windayan û rêveberiyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya hefteya 658'emîn a "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê l dar xistin. Malbatên beşdarî çalakiyê bûn, wêneyên xizmên xwe yên winda hilgirtin. Di çalakiyê de, wêneyê Dayika Aştiyê Hayriye Dogan a di rojên derbasbûyî de jiyana xwe ji dest da û yek ji xizmên windahiyan bû jî, hat hilgirtin.

Di çalakiya vê heftê de, hat xwestin ku bersûcên Cavît Ozalp ê di 24'ê Tebaxa 1995'an de li navçeya Bîsmilê ya Amedê hat destgîrkirin û dûre cenazeyê wî teslîmî malbata wî hatibû kirin, bên dîtin û cezakirin. 

Serokê  Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun, Dayika Aştiyê Hayriye Dogan bi bîr anî û got: "Dayika Hayriye nêzî 30 salên xwe ji bo li aqûbeta zarokên xwe bipirse û ji bo aştî û demokrasiyê têkoşîn da." Sekreterê Giştî yê ÎHD'ê Huseyîn Kuçukbalaban jî got, lêgerîna li zarok, bav û dayikên wan 866 heftene bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" dewam dike.

Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Ferhat Berkpinar çîroka Cahît vegot û diyar kir ku Cahît ji aliyên du kesên sîvîl hatiye binçavkirin û di wê rojê de êşkence lê hatiye kir. Berkpinar di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji ber êşkenceya ku dema destgîrkirî lê hatiye kirin wî rakirine nexweşxaneya Bîsmîlê. 5 roj piştre vê gavê lawê Cahît, Haci Ozalp li stasyona trênê tê destgîrkirin. Kurê Cahît dema destgîrkirî ye ferq dike ku bavê wî jî li Amedê hatiye destgîrkirin. Di 26’ê Tebaxa 1995’an de Haci serbest tê berdan. Di heman rojê de cenazeyê Cahît ji hêla leşkeran ve radestî muxtarê gund tê kirin."

Berkpinar, di berdewamiya çîrokê de wiha got: "Leşkeran sedema mirina Cahît wisa vedibêjin, 'Nigê xwe avêtiye ser tepinkê û wisa miriye.' Cenazeyê Cahît di nav du heb tûran de hatiye radestkirin. Li gorî ragihandinên gundiyên ku cenaze dîtine tenê nigên Cahît saxlem bûye. Ji xeynî nigê wî hemû laşê wî parçe bûye. Her wiha li gorî ragihandinên malbata wî jî Cahît 3 meh berê ji hêla Cendirmeya Bîsmîlê ve hatiye girtin û jê re sixurtî hatiye ferzkirin. Piştî ku Cahît daxwaza wan red dike, serlêdana sûcê dike û dikeve pey lêgerînên hiqûqê. Lê belê tu encam nayê girtin."

Ferhat, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em weke parêzvanên mafên mirovan, ji bo ku li aqûbeta windayan bê pirsîn û bersûc bên darizandin dê daxwaza xwe ya edalatê berdewam bikin. Lêgerîna me ya edaletê dê di her şert û mercan de berdewam bike."

ÊLIH

Li Êlihê jî, Xizmên Windayan û Rêveberên ÎHD’ê, cara 495’emîn bi heman daxwazê li avahiya komeleyê çalakiya xwe li dar xistin. Xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên aydê windayan hatin hilgirtin. Ji rêveberên ÎHD’ê Mahfûz Acar, di çalakiyê de axivî û xwest bersûcên Hacî Sancak ê di 3’yê Cotmeha 1993’yan de, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat kuştin bên dîtin. Acar, da zanîn ku bi ser çalakiya xizmên windayan re 495 hefte derbas bûn û wiha got: “Gelo heya roja îro çi hatiye guhertin? Mixabin hişmendiya dewlet û rêveberiyê bi tu awayî nehatiye guhertin.”

Acar, çîroka Hacî Sancak vegot û wiha pê deçû: “Sancak di 3’yê Cotmeha 1993’yan de, li Taxa Nûh a Navçeya Cîzirîê di saetên serê sibê de li aliyê eskeran ve li malê hat destgîrkirin. Li ber mala wan 3 panzer rawestiya bûn. Esker ketin milê wî û bi xwe re birin. Li Tûgaya Şirnexê dema destgîr kirîbû girtin. Dûre li malbatê digirin û dibêjin werin cenazeyê xwe bigirin. Birayê Sancak diçe cenazeyê wî digire. Ji ber Nşkenceyekê pir giran jiyana xwe ji dest da bû. Malbat gilî, dike lê tu encamê bi dest naxwe.”

Acar, piştî vegotina  çîroka Sancak xwest bersûcên wî bên girtin û ceza kirin.