Xizmên windayan ji bo kesên ku hatine windakirin doza edaletê kirin
Li Amed û Êlihê li aqûbeta Ilyas Eren û Teyfîk Ay pirsîn.
Li Amed û Êlihê li aqûbeta Ilyas Eren û Teyfîk Ay pirsîn.
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê ji bo li aqûbeta windayan diyar bibe û kujer werin girtin û cezakirin di hefteya 676’emîn del i Parka Koşuyolû li ber Peykerê Mafê Mirovan çalakiya “Bila winda werin dîtin kujer werin darizandin” li dar xist.
Wêneyên windayan û wêneyên Hrant Dînk û Tahîr Elçî hatin hildan.
Vê hefteyê li aqûbeta Îlyas Eren pirsîn ku di 11’ê adara 1997’an de li navçeya Pasûra Amedê ji aliyê polîsên sivîl ve hat revandin û windakirin û çîroka windakirina Eren hat parvekirin. Xizmê Îlyas Eren, Serokê Baroya Amedê Nîhat Eren jî beşdarî çalakiya vê hefteyê bû.
Di çalakiyê de ewilî Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku dîroka komara Tirkiyê bi xwîn rijandina û komkujiyên kurdan tije ye û yek ji van kesên hatin qetilkirin jî Hrant Dînk e û wî bibîr anî. Zeytûn ew ê têkoşîna xwe li dijî polîtîkayên înkarê bidomînin.
Zeytûn bal kişand ser Ramazan Turan ê di hucreya yek kesî de li Girtîgeha Wanê jiyana xwe ji dest da û xwest ku ji bo girtiyên nexweş gav werin avêtin û rayedar bikevin tevgerê.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî axivî û destnîşan kir ku Kurd di salên 90’î de bi rêbazên dijhiqûqî hatin qetilkirin, windakirin û koçberkirin û wiha got: “Li ser rûyê vê erdnîgariyê ji her malbatekê windayek heye û çîrokên wan heman in. Ewilî tiştek bi te ve datînin, paşê dikin binçavan û paşê jî agahî ji te nayê girtin. Çîroka windakirina Îlyas Eren jî wisa ye. Hêzên paramîlîter wî kirin binçavan û ji wê rojê ve tu agahî jê nehat wergirtin. Lêpirsînek bi tesîr jî nehat kirin. Daraz wezîfeya xwe pêk neanî. Winda hêj winda ne û kujer jî bi polîtîkayên bêcezahiştinê serbest digerin. Heta ku li vî welatî bi kirin û komkujiyên salên 90’î re hevrûbûn çênebe wê liv î welatî siberojek bisilamet û ewlehî neyê avakirin. Ji bo em dikaribin bi hev re bijîn, divê ev dewlet û îqtidar bi salên 90’î re rûbirû bibe.”
Rêvebera ÎHD’a Amedê parêzer Derya Yildirim çîroka windakirina Îlyas Eren xwend û xwest Eren û tevahiya windayan werin dîtin û kujerên wan werin cezakirin. Derya Yildirim di dewama xwendina çîroka windakirina Eren de bal kişand zextên li ser malbata Eren, hewldanên malbatê ya dîtina Eren û pêvajoya darizandinê.
Piştî axaftinan ji bo windayan kêliyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
ÊLIH
Rêveberên ÎHD’a Êlihê û Xizmên Windayan jî di hefteya 513’an de li ber Peykerê Mafê Mirovan ê li serê Kolana Gulistanê li hev civyan û çalakiya heftane ya “Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin” li dar xistin. Vê hefteyê li aqûbeta Teyfîk Ay ê di 17’ê çileya 1995’an de li Şenkoya bi ser navçeya Midyada Mêrdînê ve hat windakirin û carek din agahî jê nehat wergirtin hat pirsîn.
Hevserokê ÎHD’a Êlihê parêzer Devran Yildiz behsa çîroka windakirina Tevfîk Ay kir û destnîşan kir ku 26 sal in agahî ji Tevfîk Ay nayê wergirtin û dema kurê Ay, Xidir Ay li aqûbeta windakirina bavê xwe pirsiye bi îşkenceyê re rûbirû maye.
Yildiz xwest hemû bûyerên tarî yên salên 90’î werin eşkerekirin û winda werin dîtin û kujer werin cezakirin. Pişt re ji bo bîranîna windayan kêliyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.