Xizmên windayan ji bo Hamet Barût kom bûn

Li Amedê xizmên windayan û ÎHD ji bo Hamet Barût ê ku 26 sal berê ji aliyê leşkerên Tirk bi 32 fîşekan hatibû qetilkirin, li hev kom bûn.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amede ji bo kesên piştî hatine destgîrkirin, hatin windakirin werin dîtin û kujerên wan werin dîtin di hefteya 680’emîn de çalakiya xwe li dar xistin. Çalakî li ber Peykerê Mafê Mirovan a li Parka Koşûyolû pêk hat. Xizmên Windayan ên bi daxwaza “Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin” li hev kom bûn, wêneyên windayan hildan. Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk jî beşdarî çalakiya vê hefteyê bû. Di çalakiyê de çîroka windakirina Hamet Barût ê di 6’ê Gulana 1994’an de li gundê Gomagê yê bi ser navçeya Pasûra Amedê ve bû qûrbaniyê kiryar nediar hat xwendin û hat xwestin ku kujerên wî werin dîtin. 

Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk da zanîn ku xizmên windayan demek dirêj e ji bo edaletê têdikoşin û ev têkoşîna hem li Amedê hem li Stenbolê didome û sozên ku ji dîtina windayan û kujeran hatine dayîn bila werin girtin û b icih bînin. 

ÇÎROKA HAMET BARÛT

Ji rêveberên ÎHD’ê parêzer Derya Yildirim serpêhatiya windakirina Hamet Barût ê bi 32 guleyan hat qetilkirin xwend. Yildirim diyar kir ku Fermandarê Tûgaya Bolûyê Orgeneral Yavuz Erturk ê bi doza Komkujiya Pasûrê tê naskirin, di sala 1993'yan de li navçeya Pasûrê gelek operasyon pêk anî û ew berpirsyarê kuştin û windakirina gelek kesan e. Yildirim anî ziman ku di salên 1990'î de cînayetên kiryar nediyar gelek hovane bûn û got: "Di bin fermandariya vî fermandarî de di wan salan de gelek gund hatin şewitandin û valakirin. Yek ji van gundan gundê Gomagê ye. Di 6'ê Gulana 1994'an de yekîneyên leşkerî yên Tûgaya Boluyê bi ser gund Gomagê de girtin. Di serdegirtinê de hemû gundî li qada gund hatin komkirin û îşkenceyên giran li gundiyan hat kirin. Yek ji kesên ku îşkence lê hat kirin Hamet Barût bû. Piştî serdegirtin û îşkenceyê leşkerên ku ji gund derketin Hamet Barût bi xwe re birin. Hemû şêniyên gund bûn şahidê vê rewşê."

Yildirim diyar kir ku di 12'ê Gulana 1994'an de xizmên Barut 5 kîlometre dûrî gund li kêleka rê cenazeyek ku baş nehatiye veşartin dîtine û wiha got: "Piştî ku ew cenaze hat derxistin hat tespîtkirin ku cenaze aîdî Hamet Barût e û pişt re xizmên wî cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Di encama otopsiya ku li nexweşxaneyê hat kirin de derket holê ku Hamet Barût bi 32 guleyên ku li bedena wî ketine hatiye qetilkirin. Piştî otopsiyê cenaze hat wergirtin. Cenazeyê Hamet Barût ji aliyê malbatê ve li gund tê veşartin. Lê belê ji ber zext û gefên ku berdewam dikin malbat nikare bikeve pey şopa bûyerê.” 

Piştî daxuyaniyê xizmên girtiyan û beşdaran deqîqeyek çalakiya rûniştinê li dar xist.