Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç civiyan

Xizmên windayan, di hefteya 665'an de ji bo çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin" li Amedê li hev civiyan.

Xizmên windayan û Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 665'an de ji bo çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin" li ber Birdariya Mafê Jiyanê ya Parqa Koşûyolû ya navçeya Baxlarê ya Amedê li hev civiyan û çalakiya xwe li dar xistin. Xizmên windayan pankarta mezin a wêneyên windayan li ser heye li erdê raxistin û wêneyên xizmên xwe yên winda xistin hembeza xwe. Nûnerên ÎHD’ê, xizmên windayan, nûnerên HDP’ê û dayikên aştiyê tev li çalakiyê bûn.  
 
Di çalakiyê de destpêkê Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn axivî. Zeytûn, diyar kir  li dijî kesên ku di salên 1990’î de mirov revandin lêpirsîn nehatin destpêkirin û wiha got: “Ji ber vê yekê heqîhet nehatiye ronîkirin û faîl nehatine darizandin. Di salên 1990’î de komên girêdayî dewletê tev li van sûcan bûn. Ev polîtîkaya necazakirin û nedarizandinê hêj didome.” 
  
Piştre li ser navê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka Halîs Kiliç ê ji navçeya Pasûrê ku hatibû windakirin û kuştin xwend.  Akdenîz, anî ziman ku Halîl Kiliç li gundê Çaldere yê Pasûrê dijiya û wiha got: “Di 20’ê Adara 1994’an de Halîs Kiliç li gel Huseyîn Karsut, Metîn Akbaba û Naîf Karsut  ji gundê xwe Çaldere diçin navçeya Farqînê darên tirî yê rez bikesixînin û wiha got: “Dema Halîs Kiliç û 3 kesên bi wî re diçin nava rezên xwe, leşker li wir derdikevin operasyonê û 4 kesan destgîr dikin. Leşker Halîs û Metîn li gel xwe dibin. Lê piştî malbat agahî ji Halîs nagirin, serî li Qereqola Cendirmeyan a Bayrampaşa ya Farqînê didin. Lê rayedarên qereqolê dibêjin ‘operasyon heye piştî operasyonê biçin’. Roja din malbat diçin gundê Cumaqê yê Farqînê. Bavê Halîs Kiliç dema diçe nav rez, dibîne ku kurê wî û 2 hevalên bi wîre hatine kuştin. Malbat piştre bi derfetên xwe cenazeyan radikin û dibin Nexweşxaneya Farqînê ya Dewletê. Piştî demekê bavê Halîs diçe serî li Dozgeriya Farqînê dide û dosya lêpirsînê ji dozger dixwaze. Lê dozger dixwaze biçe dosyayê ji Amedê bixwaze. Ji ber gefan êdî bav bi şopa dosyayê nakeve. Dema Halîs Kiliç hat kuştin 6 meh bûbû ku zewicî ye. Piştî bûyerê salek şûnde leşker gundê Çaldere dişewitînin û malbata Kiliç neçar dimîne ku koç bikin. Em dixwazin rastî bên ronîkirin û kujer bên darizandin. Em ji bo Halîs Kiliç edaletê dixwazin.”