Xizmên windayan ji bo Aydinlar, Can û Kaya hatin cem hev

Xizmên Windayan li Amed û Wanê li aqûbeya Cuneyt Aydinlar, Metîn Can û Hasan Kaya pirsîn, ku ji hêla dewleta Tirk ve hatin qetilkirin.

Xizmên windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo ku aqûbeta kesên di dema binçavkirinê de hatine windakirin û darizandina kujerên wan bipirsin, di hefteya 681’emîn de jî çalakiya xwe li dar xistin. Çalakî, li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Koşuyoluyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên bi cînayetên kiryarnediyar hatine qetilkirin û kesên di dema binçavkirinê de hatine windakirin hilgirtin. Endamên Meclisa Jinan a Şaxa Konfederasyona Sendîqaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê û gelek parastvanên mafên mirovan jî beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Beriya çalakiyê, polîsan qertên çapemeniyê yên rojnamegeran kontrol kirin û piştre destûra kişandina dîmenan dan. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cûneyt Aydinlar hat pirsîn ku di destpêka salên 90’î de ji bo zanîngehê ji Amedê çûbû Stenbolê, di 20’ê sibata sala 1994’an de hatibû binçavkirin û pişre jî tu agahî jê nehatibûn girtin. 
Di çalakiyê de Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku windakirina welatiyan û cînayetên kiryarnediyar, polîtîkayeke dewletê ye. Bi domdarî jî Zeytûn ev tişt anî ziman: “Dewleta ku wê demê mirov bi awayekî sîstematîk winda dikirin, niha jî bi heman rêbazê faîlên wan vedişêre. Em ê hesabên van sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin, bipirsin. Ev polîtîkaya windakirinê û cînayetên kiryarnediyar, weke şerekî taybet li dijî kurdan hat meşandin.”
 
Berdevka Meclisa Jinan a KESK’a Amedê Fatma Yildizhan jî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Li daxwaza malbatên ku xizmên wan di salên 90’î de hatine windakirin, niha jî daxwaza edaletê yên malbatên girtiyan li ser zêde bû. Têkoşîna edaletê ya malbatên girtiyan bo me bûye hêvî. Piştevaniya me ya bi malbatên girtiyan re dê bidome.”

ÊLIH

Li Êlihê xizmên nebediyan û endamên Şûbeya ÎHD'ê cara 518'an hatin cem hev. Çalakger li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev. Di çalakiyê de Rêveberê Şûbeya ÎHD'ê Zekî Tanguner axivî.

Tanguner diyar kir ew ji bo Serokê Şûbeya ÎHD'ê ya Xarpêtê Parêzer Metîn Can û endamên damezirandêr Dr. Hasan Kaya yê ku hatine qetilkirin, hatine cem hev, da ku li kujerên wan bipirsin û bal kişande ser çîroka kuştina wan.