Xizmên windayan ji bo Acar û Gunduz li hev civiyan

Li Amed û Êlihê xizmên windayan û parazvanên mafê mirovan lêgerîna xwe ya edaletê vê hefteyê jî domandin. Di çalakiyan de qala çîroka Mehmet Acar û Alî Gunduz hate kirin.

AMED

Çalakiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan bi daxwaza "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 513’an de dewam kir. Li Amedê piştî Walitiya Amedê çalakiyên li derve qedexekirin, Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya xwe li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam dikin. Xizmên windayan, vê hefteyê jî çalakiya xwe li avahiya ÎHD'ê berdewam kirin û pankartên wêneyên windayan li ser vekirin û qurnefîl danîn ser pankartê. Di çalakiyê de Sekretera Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer, daxuyanî da û wiha got: "Em biryara Walîtiyê şermezar dikin. Her çend qedexe bikin jî, nikarin ser rastiyan veşêrin." 

Acar, anî ziman ku hêzên dewletê gelek kes revandin û windakirin û gelek kes jî li ber çavan ji kolanan revandin û winda kirin û wiha got: "Em revandina ji malan û kolanan a ku hêzên dewletê aşkere dike şermezar dikin. "Di salên 90'î de bi agahî û fermana rayedarên îktîdarê mirov hatin revandin û hatin qetilkirin. Wê demê yên ku cenazeyê xwe dîtin û defin kirin bi şens hatin dîtin. Ji ber ku gelek cenaze nehatin dîtin. Hêj bi sedan dayik li ser vê axê li cenazeyên zarok û xizmên xwe digerin. Ev hêj berdewam dike. Rayedar bersûc û kujeran bi zixrê bêcezakirinê diparêze."

Acar bal kişand ser encama doza Lice ku duh li Îzmîrê hat dîtin û wiha got: "Encama polîtîkaya bêcezakirinê herî dawî duh li Îzmirê pêk hat. Duh danişîna kuştina 16 kesên li Lîcê li Îzmîrê hat dîtin. Bersûc hat beraet kirin. Ev pergala darazê ku çawa tev digere nîşan dide. Pergala darazê hêj bi polîtîkayên bêcezakirinê bersûc û kujeran diparêze.  Di sala 93'an de li Navçeya Liceyê 16 welatî hatin kuştin. Gelek xanî û kargerî hatin xerakirin û şewitandin. Xwestin ser bûyerê veşêrin, lê nekarîbûn veşêrin. Mixabin encam bi beraeta bersûcan bi dawî bû. Darizandina bûyerê piştî bûyerê 21 sal şûnde di 16'ê Çileya 2015'an de dest pê kir. Li gorî îdîanameyê rayedarên PKK'ê bûyer pêk neanîye. Li gorî belgeyan bersûc û berpirsyar Fermandarê Alaya Cendirmeyan a Amedê Albay Eşref Hatipoglu û Tegmenê jor Tunay Yanardag bû û der barê wan de doz hatin vekirin. Lê bersûc nehatin girtin. Me carek din dît ku daraz ne serbixwe ye û bi bêcezakirinê bersûcan diparêze. Li Tirkiye pergala darazê li hemberî heqî û heqîqetê çav û guhê xwe girtiye. Em wekî parazvanên mafên mirovan dê lêgerina heq û edaletê berdewam bikin. Her çend bixwazin ser rastiyan veşêrin jî eê nikaribin ser rastiyan veşêrin."

ÇÎROKA  MEHMET ACAR

Piştî axaftina Acer, Endamê Komîsyana Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hasan Yalçın, çîroka Mehmet Acar ê di sala 1994'an de li Mezraya Zûra ya Gundê Dîrseklî ya Cizîra Şirnexê hat revandin û windakirin xwend.

Yalçin, anî ziman ku gelek caran Acar rastî gefan hat û wiha got: "Ji ber ku Acar rastî gefan hat koçî Bursayê kir. Lê piştî demekê tevî malbata xwe vegeriya gund. Acar di 1994'an de ji aliyê îtîrafkar Adem Yakin û Abdulhakim Guven û çend kesên sivîl ên bi bêtêlan hat revandin. Piştî kesên nas ketin navberê hat berdan. Lê piştî hat berdan 2 roj şûnde dîsa ji aliyê heman kesan ve hat binçavkirin û revandin. Birayê Mehmet Acar Reşit Acar bû şahid ku li cihê bûyerê Abdulhakim Guven Adem Yakin (Bedran) bi zorê Mehmet Acar xistin maşînê. Piştî wê rojê carek din agahî ji Mehmet Acar nehat girtin. Hemû hewldanên malbata Acra bê encam man."

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê çalakî pêk anîn. Xizmên windayan, Rêveberên ÎHD'ê û hiqûqnas di hefteya 419’an de li avahiya ÎHD'ê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" vekirin. Xizmên windayan di çalakiyê de wêneyên windayan hilgirtin.

Di çalakiya vê hefteyê de Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Fahrettin Asutay, aqûbeta Alî Gunduz pirsî. Asûtay, ani ziman ku di 22'ê tebaxa 1998'an de li ser rêya Êlîh û Kerçewsê Alî Gunduz hat windakirin û carek din agahî jê nehat girtin. Asûtay, anî ziman ku Mustafa Kaya, kurê wî Fatih Kaya û Alî Gunduz bi hevre hatin destgîrkirin û windakirin û wiha got: "Piştî bûyerê kurê Gunduz serî li şaxa ÎHD'ê dan. Kurê Gunduz, pişti serî li ÎHD'ê da diyar kir ku piştî bavê wî nehat malê serî li hemû sazî û dezgehan dan. Lê piştre tu kesî agahî neda. Me serî li her derê da Lê hemû serlêdanên me bê encam man. Piştî bavê min hat windakirin 3 kesên din jî hat windakirin. Heta niha tu agahî ji wan nehatiye girtin."