Aqûbeta kesên ku dewleta Tirk 'winda kirinî' hatin pirsîn- HAT NÛKIRIN

Xizmên windayan li aqûbeta Abdurrahîm Demîr û Alî Gunduz ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine windakirin pirsîn.

Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo çalakiya “Bila winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin” di hefteya 706’an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê hatin ba hev. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Abdurrahîm Demîr ê ku di 17’ê Tebaxa 1995’an de hat windakirin, pirsîn.

Di çalakiyê de wêneyên windayan hate hilgirtin. Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY-Der) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Xizmên wan Hatine Windakirin (MEBYA-DER) jî piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê Serokê Şaxa (ÎHD) ya Amedê Abdullah Zeytûn axivî û wiha got: “Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê yên di demên tarî de bên eşkerekirin, ji bo berpirsyariya van sûcan ji dewletê bipirsin û edaletê pêk bînin çalakiyên xwe didomînin. Dayik bi sala ne bi xizmên xwe û parêzvanên mafên xwe re edaletê tînin ziman. Em dizanin ku ev pêşandan tenê bi yek an du kesan nayê kirin. Em dixwazin dewlet erkên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî pêk bîne.”

GIRTIYÊN NEXWEŞÊN GIRAN DI BIN METIRSIYA JIYANÊ DE NE

Abdullah, bi bîr xist ku di hefteya dawî de herî kêm 3 girtiyan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane û wiha domand: “Girtiyên nexweşên giran ku bi temamî di bin metirsiya jiyanê de ne, ji ber ku ji ber pêkanîn û zagonên sîstema cezakirinê nikarin xizmetên tenduristiyê bidest bixin jiyana xwe ji dest didin. Raporên zanistî û ne rast ên ATK'ê ji ber nêzîkatiya dozgeriyê ya li ser esasê ewlehiyê ye, ji ber polîtîkayên Wezaretê mîna ku ev girtiyên nexweş tunebin jiyana xwe ji dest didin.”

SERPEHATIYA DEMÎR

Piştre, endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz, serpehatiya Abdurrahîm Demîr xwend. Firat, destnîşan kir ku ku Abdurrahîm Demîr ê 22 salî li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê dijiya û di 17’ê tebaxa 1995’an de ji bo ku biçe li ba xizmên xwe yên Edenê derketiye rê.

Serpehatiya Demîr wiha ye:

Firat, da zanîn ku Demîr dema li ser rêya Qoser û Wêranşarê bi erebeyê rêwîtiyê dikir li kontrolê ya Cendirmeyan a Şavelatê wî ji otobûsê tînin xwarê û tê destgîrkirin û wiha dewam kir : “Kesên ku şahidiya destgîrkirina wî kirine dibêjin ku Demîr birine Qereqola Cendirmeyan a Şavelatê. Ber bi danê êvarê ve, peywirdarekî qereqolê li mala Demîr digere û ji dayika wî re dibêje, ‘Kurê wê Abdurrahîm li Qereqola Cendirmeyan a Şavelatê te, hûn dikarin werin û bibin’. Dayîka wî ya ku pîr e dibêje, ‘Kesê min tune, ez nikarim werim, kurê min xwendinê zane, berdin bila bi xwe bê.’ Dayik Kesîre Demîr a ku difikire Abdurrahîm hatiye berdan, piştî du rojan bi telefonê xizmên xwe yên li Edeneyê diğere û hîn dibe ku kurê wê neçûye Edenê.”

27 SAL IN TU AGAHÎ JI ABDURRAHÎM DEMÎR NAYE GIRTIN

Firat, da zanîn ku dayik Kesîre Demîr wêneyê kurê xwe bi xwe re biriye û çûye Qereqola Bazara Navendî û rayedaran der barê kurê wê de tu agahî nedanê û jê re dibêjin here malê û wiha domand: “Xizmên Abdurrahîm piştî 4 rojan diçin Qereqola Şavelatê. Peywirdarên qereqolê dibêjin ‘me kesekî wisa negirtiye, kesekî wisa li cem me tuneye’. Malbata Abdurrahîm serî li saziyên fermî dide, lê belê bê encam dibîne. Malbata Demîr di 24’ê sibata 1997’an de serî li Komeleya Mafên Mirvan (ÎHD) didin. ÎHD ji bo aqûbeta Demîr bizanibe hemû hewldanên hiqûqî dike, lê tu encam dernakevin. Abdurrahîm Demîr ev 27 sal in winda ye. Heta niha tu agahî jê nehatiye girtin.”

Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştê hat lidarxistin.

ÊLIH

Li Êlihê jî Xizmên Windakiriyan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 542’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hildan. Vê hefteyê serpêhatiya Alî Gunduz ê di 22’ê tebaxa 1998’an de ji mala xwe ya li gundê Helanê yê bi ser navçeya Kercewsa Êlihê ve derketiye derve û carek din xeber jê nehatiye girtin, hat xwendin. Rêveberê ÎHD’a Êlihê Zekî Tanguner daxuyaniya vê hefteyê xwend û serpêhatiya windakirina Gunduz parve kir.

Piştre çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.