Xizmên Windaya li Amed û Êlihê li hev civiyan

Xizmên Windayan li Amed û Êlihê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine ‘windakirin’ pirsîn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan bi boneya "Winda bên dîtin, faîl bên darizandin" li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Kosuyolu çalakiya hefteya 657'emîn li dar xistin. Di çalakiya ku gelek dayik û parêzvanên mafên mirovan amade bûn û wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin.

Serokê  Şaxa ÎHD'ê Abdullah Zeytun di çalakiyê de axivî û got gelek kes bi awayekî sîstematîk hatin windakirin û di salên 1990'î de kuştinên kiryar nediyar hatin kirin. Zeytun destnîşan kir ku daxwazên xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan ên ji bo sûcên li dijî mirovahiyê werin ronîkirin nehatine bersivandin û wiha got: “Polîtîkayeke sîstematîk a bêcezakirinê tê meşandin. Em carek din li vir kom bûne ku rastiyê bibîr bixin û nehêlin ku bê jibîrkirin. Winda nehatin dîtin û kiryar nehatin darizandin. Em bi dayik û xizmên xwe re di vê têkoşîna heqîqet û edaletê de bi hev re têdikoşin. Mixabin, pêvajoya şînê ya xizmên windayan berdewam dike. Ev daxwazên edaletê nayên cih. Em daxwaz dikin ku demildest ev polîtîka bê terikandin, daxwazên dayikên li edalet û heqîqetê digerin bên bicihanîn.”

Zeytun diyar kir ku divê dewlet bi kirinên ku pêk aniye re rûbirû bimîne û divê komîsyonek lêpirsîna rastiyê were avakirin û wiha got: "Divê Tirkiye Peymana Windayan a Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze bike û erkên xwe bicih bîne. Divê mekanîzmayên rûbirûbûna raboriyê û lêgerîna heqîqetan were avakirin."

Piştî axaftina Zeytun, Rêvebera Komîsyona Windayan a ÎHD'ê parêzer Derya Yildirim serpêhatiya Vasif Ozturk ê di 1'ê hezîrana 1994'an de li gundê Cûmarê ya bi ser navçeya Pasûra Amedê ve hat windakirin xwend.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û Xizmên Windayan jî bi heman armanc ûdaxwazê di hefteya 494'an de li avahiya xwe daxuyanî da û bal kişand ser çîroka Hatîce Atalay a di 10'ê îlona 1996'an de li navçeya Pîranê ya Amedê hat qetilkirin û xwest kujerên wê werin dîtin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Ahmet Şîray daxuyanî xwend.