Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Amedê ne

Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Amedê kom bûn û dîlgirtina girtiyên nexweş protesto kirin.

Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyên nexweş û xizmên girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, dabûn destpêkirin di roja 294’an de li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê domiya.

Endamên DBP, MEBYA-DER, TÛAY-DER û Komeleya 78’iyan a Amedê jî piştgirî dan çalakiyê.

Încî Guler a ku birayê wê Abdulselam Guler jî girtiyekî nexweş e, diyar kir daxwaza wan ev e ku bila dewleta li gorî Makeqanûnê tevbigere û qanûn were pêkanîn. Guler got “Em dixwazin kes nemirin, girtiyên nexweş bên berdan. Lê mixabin rewşa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibe. Heta niha 50 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Bila Wezîrê Edaletê peywira xwe bi cih bîne. Heke tu nikarî bikî îstîfa bikî. Heke em îro li edaletê digerin divê ev şerma Wezîrê Edaletê be.”

Çalakiya Nobetê bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.